Dayikên Aştiyê: Em ê ji bo Serok li qadan bin

  • 13:44 22 Haziran 2026
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Aştiyê, diyar kirin ku ew ê di mîtîngan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan bin û bang li her kesî kirin ku beşdarî mîtngan bibin.
 
Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê li avahiya komeleya xwe ya li navçeya Fatîhê ya Stenbolê civînek çapemeniyê li dar xist da ku banga beşdarbûna "Mîtîngên Azadiyê" yên ku di 27-28'ê Hezîranê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin bike.
 
Metna Kurdî ya daxuyaniyê ji hêla Sabîha Bozan ve û ya Tirkî jî ji hêla Zeynep Calîhan ve hate xwendin.
 
Sabîha Bozan got, "Bangên ji bo Mîtînga Azadiyê pir caran têne kirin. Ev mîtîng mîtîngek ji bo hebûna gelê Kurd e. Em ê hemû li Qada Bağcılarê ji bo azadiya gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd bi hev re bin."
 
Sabîha Bozan hemû kes vexwend Qada Bağcılarê û got, "Em ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan bin."