Viyan Hesen: Zimanê civakê hebûna civakê ye
- 09:08 15 Gulan 2026
- Çand û Huner
Jiyan Gencan
QAMIŞLO - Hevseroka SZK''ê Viyan Hesen, anî ziman ku gelek êrîş li ser Zimanê Kurdî çêbûye lê Kurdan bi israr û berxwedanek mezin zimanê xwe heta roja îro parastine û got: " Zimanê kurdî jî kurd û nasnameya kurdan parastiye."
Di dîroka Kurdan de hin kesayet hene ku navê xwe li dîrokê nivîsandine, Celadet Elî Bedirxan jî yek ji wan kesa ye û yek ji damezrînerê Rêxistina Xoybûnê ye. Dema serhildana Agiriyê dixwaze biçe wir lê ev daxwaza wî pêk nayê û serhildan têk diçe. Piştî 1930’yî Celadet berê xwe dide qada wêje û Zimanê Kurdî. Di 1932’an de kovara Hawarê derdixe. 15'ê Gulanê roja ku her sal wekî Roja Zimanê kurdî tê pîrozkirin, ew roja ku cara yekem Kovara Hawarê hatiye weşandin e û Gelê kurd her sal vê rojê wekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dike.
Lî ser girîngî û wetaya 15'ê Gulanê Hevseroka Saziya zimanê Kurdî (SZK) a rojavayê Kurdistanê Viyan Hesen ji ajansa me re axivî.
Vîyan Hesen di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ziman ji bo civakan hebûna wan e û wiha girîngîya ziman nirxand:" Dijminên Kurdan û dagirkerên Kurdistanê xwestin bi riya qedexekirina Zimanê Kurdî kurdan asîmîle bikin. Dijmin jî bo ku siyaseta xwe ya qirkirinê bibin serî zimanê Kurdî qedexe dikin û rê li pêşiya ziman girtine. Ew jî tê wê wateyê ku dizanin zimanê civakê hebûna civakê ye. Dijmin dema ku dixwaze zimanê civakê qedexe bike, dixwaze ku civakê tune bike. Gelek êrîş li ser Zimanê Kurdî çêbûne lê kurdan bi israr û berxwedanek mezin zimanê xwe heta roja îro parastine. Zimanê Kurdî ji nifşan derbasî nifşan bû û heTa roja îro hat parastin. Zimanê KJurdî jî kurdan û nasnameya wan parastiye. Bi saya zimanê xwe wekî civaka kurd em hatin parastin."
'SZK wekî navendek lêkolînan kar dike'
Viyan Hesen anî ziman ku li rojavayê Kurdistanê Zimanê Kurdî qedexe bû, ji bo parastina Zimanê Kurdî sazî hatin avakirin û wiha got: " Li rojavayê Kurdistanê ji bo parastina zimanê kurdî sazî hatin avakirin. Li Rojava Zimanê Kurdî qedexe bû, sîstema Baas bi tu awayî rê nedida ku Kurd bi zimanê xwe bixwînin an jî xebatên weşanên kurdî hebin. Armanca avakirina saziya ziman ji bo parastina Zimanê Kurdî bû. Gelê rojavayê Kurdistanê bi zimanê xwe diaxivî lê di warê xwendin û nivîsandinê de erka saziya ziman bû ku fêr bike. Pîştî şoreşa 19'ê Tîrmehê êdî li dibistanan Zimanê kurdî bû zimanê fermî yê xwendinê. Gûhertinên mezin di nava dibistanan de hatin kirin. Zimanê Kurdî di nava nifşên nû de zindî bû, taybet bi saya perwerdeya kurdî. SZK wekî navendek lêkolînan kar dike, çavkaniyên Kurdî ji xwenddekar û mamosteyan re amade dike. Bi awayek akademîk SZK dixwaze ku ji bo Zimanê Kurdî wekî navendek lixwevegerê be."
'Daxwaza me ew e ku zimanê me di destûra Sûriyeyê de fermî bibe '
Viyan Hesen diyar kir ku pîştî şoreşê Zimanê Kurdî bû zimanê fermî yê xwendinê,lê niha di destura Sûriyeyê de Zimanê Kurdî nayê qebûlkirin û got: " Li rojavayê Kurdistanê Zimanê Kurdî zimanê fermî bû.Di dezgehên perwerdê de hem jî di deszgehên fermî de Zimanê me fermî bû. Rêveberiya xweser siyaseta yek zimanî veguherand siyaseta pir zimaniyê. Zimanê ku li herêmê hene wekî pir rengî, pir zimanî wekî dewlemendiya herêmê li gel Zimanê Kurdî hatin destgirtin. Lê niha ji bo Zimanê Kurdî astengî hene. Hikumeta demkî ya ku Sûriyeyê bi rêve dibe Zimanê Kurdî qebûl nake. Daxwaza me ew ku zimanê me di destûra Sûriyeyê de fermî bibe. Divê rê li ber sazî û dezgehên perwerdê vebin ku xebata 14 salan ku hatiye meşandin em berfirehtir bikin. Niha tişta ji bo me esas em Zimanê Kurdî li Sûriyeyê bikin zimanê fermî."
'Divê Zimanê Kurdî bê nasîn û bê qebûlkirin'
Viyan Hesen anî ziman ku divê xwedî derketina li Zimanê Kurdî zêdetir bibe û wiha dawî li axaftinê xwe anî: " banga me ji gelê Kurd re ye, ew 14 sal in em di qonaxek dîrokî û hesas re derbas dibin. Lê niha ew ji bo me ya girîng ew e ku tiştê ku em bi dest bixin wê ji me re bimîne. Ji her demê zêdetir niha girîng e ku em xwedî li zimanê xwe derkevin. Divê em wekî dozeke bingehîn ya neteweyî bidin pêş. Ew ne tenê karê sazî û desteyên perwerdê ye, Divê hemû dezgehên civaka sivîl, sazî û partiyên siyasî ji bo Zimanê Kurdî bixebitin. Ziman mijara me ya jêneger e."







