Rojbûna Abdullah Ocalan li Duîsburg û Bremenê hat pîrozkirin

  • 18:57 4 Nîsan 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya 77’emîn Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Duîsburg û Bremen a Almanyayê pîrozbahî pêk hatin.
 
Li Duîsburg a Almanyayê pîrozbahî ji aliyê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) ya Duisburgê ve li hola DKTM’ê hat lidarxistin. Jin, zarok û gelek welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
 
Li ser navê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel axaftin hat kirin. Hevserokê FED-MED’ê Ehmed Kobanê jî di pîrozbahiyê de axivî. Di axaftinan de hat diyarkirin ku jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinên Kurd tê wateya ”ji nû ve zayînê”.
 
Hat destnîşankirin ku paradîgmaya rizgariya jinan û modela Konfederalîzma Demokratîk ji bo tevgerên ku ji bo jiyaneke azad têdikoşin bûye çavbaniya îlhamê. Di axaftinan de peyama "Azadiya Rêber Apo azadiya me jinan e" hat dayin.
 
Pîrozbahî bi stran, dirûşm û govendê bi dawî bû.
 
Bremen
 
Li bajarê Bremen a Almanyayê bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan pîrozbahî hate lidarxistin.
 
Di pîrozbahiyê de siyasetmedara Kurd Reha Dersim bi wesîleya 77'emîn rojbûna Abdullah Ocalan, bal kişand ser rêwîtiya berxwedanê ya 55 salan ya Abdullah Ocalan û diyar kir ku çawa pêşî li parçebûna çandî û nasnameyî ya di civakê de hatiye girtin.
 
Reha Dersim diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di şert û mercên zehmet de jî timî di berxwedanê de ye û ev ruhê berxwedanê tevî hemû êrîş û qirkirinan di 27'ê Sibata 2025'an de bi eşkerehî hatiye dîtin.
 
Piştî axaftinan, beşdaran dirûşmeya, "Rojbûna Serokê Me Pîroz Be" berzkirin.