Jinên Sûdanî bang dikin: Aştiya rastîn li ser bingeha dûrxistinê nayê avakirin
- 12:42 23 Îlon 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanyaya "Dadwerî-Jin" li Sûdanê bang kir ku mijarên têkildarî jinên xwedî pêdiviyên taybet di siyasetên jinan de cih bigrin û beşdariya a li biryardanê bê mîsogerkirin. Kampanyayê tekez kir ku aştiya dadperwer hewceyî dadweriya berfireh e.
Jinên xwedî pêdiviyên taybet li Sûdanê di gihîştina qadên giştî de bi zehmetiyên dijwar re rûbirû dimînin. Ji ber vê yekê gihîştina tevahî ji bo mîsogerkirina beşdariya wekhev a li jiyana civakî û siyasî û xurtkirina hebûna wan a di pozîsyonên bandor û biryardanê de, pêdiviyek lezgîn e.
Duh kampanyaya 'Dadwerî-Jin' li Sûdanê bang kir ku pirsgirêkên jinên xwedî pêdiviyên taybet û pêdiviyên wan û mafên wan, di bingeha bername û polîtîkayên tevgera jin, însiyatîfên ciwanan û rêxistinên civaka sivîl de, wek pêşşertek bingehîn ji bo edaleta rastîn a jin ne wek pêvekek bijarte, bên yekkirin.
'Aştiya rastîn li ser bingeha dûrxistinê nayê avakirin'
Di daxuyaniyekê de kampanyayê pabendbûna xwe ya bi dirûşma "Ji bo hemûyan, li her derê: Veberhênana di aştiyê de" dubare kir û tekez kir ku ti aştiyeke rastîn li ser bingeha dûrxistinê nayê avakirin. Di heman demê de bê dadmendiyeke jin a berfireh ku jinan bi hemû cihêrengiya wan ve di navenda biryargirtinê de bi cih dike, aramî nayê bidestxistin.
'Divê jin wek biryardar beşdarî qada siyasî bibin'
Kampanyayê bal kişand ser pêwîstiya mîsogerkirina beşdariya çalak û rasterast a jinan a di pêvajoya aştiyê de. Her wiha tevlîbûna wan a tam û bibandor a di hemû pêvajoyên avakirina aştiyê, forumên danûstandinan û amadekirina biryarên neteweyî de li ser bingeheke wekhev, ne tenê wek beşdarên sembolîk, her wiha mîna biryarder jî..
Banga mîsogerkirina gihîştinê
Kampanyayê banga mîsogerkirina gihîştina tevahî, tevî adaptasyonên endezyarî, teknîkî û agahdariyê yên pêwîst kir da ku jinên xwedî pêdiviyên taybet bikaribin bê astengan bighîjin qada giştî û beşdar bibin. Kampanyayê bi rêya polîtîkayên berfireh ên ku hesabdayîn, tezmînat û sererastkirinê ji bo jinên ku ji şer û binpêkirinan bandor bûne mîsoger dikin, pêkanîna edaleta veguhêz teşwîq kir. Bi armanca aştiyek dadperwer û berfireh ku ji asta bingehîn ve bê avakirin.
Bila çalakvan bi rolên xwe rabin
Kampanyayê piştrast kir ku aştî daxwazek bêhempa û gerdûnî ye û jinên li herêmên şer ên li çar aliyê cîhanê heman êşê parve dikin û heq dikin ku heman edaletê bistînin. Daxuyanî bi bangkirina hemû çalakvanên di qada giştî de bi dawî bû.







