Li Afganistanê zarok jî di nav de 9 kes hatin kuştin
- 11:06 1 Cotmeh 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin ku di êrişên hewayî yên Pakistanê de li wîlayetên Helmand û Kunar ên Efganistanê 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dna, 11 kes jî birîndar bûn. Îslamabadê îdîa kir ku êriş "plankirî û bi pîvan" bûn.
Pakistanê êrişên hewayî yên nû bir ser Efganistanê. Rêveberiya Talîbanê ragihand ku di êrişên şeva Çarşemê û sibeha Pêncşemê de jin û zarok jî di nav de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 11 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê hikumeta Talîbanê Zabihullah Mucahid li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ragihand ku di êrişan de sê xanî xera bûn û wêneyên sivîlên hatin qetilkirin parve kir ku jin û zarok jî di nav de bûn.
Pakistanê êriş piştrast kir û îdîa kir ku operasyonên hewayî "bi plan û pîvan" hate kirin.
Îslamabad îdîa dike ku komên çekdar ên li Efganistanê êrişên li ser Pakistanê koordîne dikin.







