HRANA'yê bîlançoya nû ya xwepêşandanan parve kir

  • 14:06 3 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) bîlançoya 37 rojan a destwerdana li xwepêşandanên şermezarkirinê yên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê parve kir.
 
HRANA'yê diyar kir ku bi qasî hatiye tespîtkirin 6 hezar û 854 kes hatin kuştin û têkildarî 11 hezar û 280 bûyerên mirinê jî lêkolîn tê kirin. Hate ragihandin ku ji kesên hatin kuştin 152 ji wan zarok bûn û herî kêm 6 hezar û 430 kes ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin qetilkirin.
 
Li gorî raporê, 11 hezar û 21 welatiyên sivîl birîndar bûne, 50 hezar 235 kes jî hatine binçavkirin yan jî îfadeya wan hatiye standin. Di nava van de 106 xwendekar hene. Her wiha hate diyarkirin ku dîmenên ‘’îtîrafa’’ bi darê zorê ya 303 kesan li ser medyaya dewletê hatine weşandin.
 
HRANA’yê da zanîn ku li gel zêdebûna zexta li ser xwepêşandanan daxuyaniyên şermezarkirina rejîmê yên ji aliyê rêxistinên civakî ve tên dayîn jî zêde bûne.
 
Bijîşkên çavan bal kişandin ser korbûna ji ber guleyan û rêxistinên mamosteyan jî kuştina xwepêşanderan û girtina wan şermezar kirin.
 
Di raporê de hate destnîşankirin ku kuştina zarok û ciwanan, windakirinên bi darê zorê û sepanên dermirovî yên li navendên binçavkirinê nîşaneyên krîza kûr a rêveberiya li welêt in.