Lêgerîna çareseriya demokratîk (2)

  • 09:04 10 Sibat 2026
  • Dosya
Bêyî komuneke demokratîk azadî nabe 
 
Leyla Ayaz
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku ferd û welatiyê neteweya demokratîk bi qasî azad e, ewqasî jî divê kominal be û got: “ Jixwe ferdperestiya kapîtalîst li ser bingehê înkara civakê bi gewde bûye. Bawer dike ku çiqasî rêûresm û çanda civaka dîrokî înkar bike wê karibe xwe pêk bîne, bi gewde bike."
 
Gelo mirov dikare bi rastî azad be, an jî ew bi îmaja şaş a azadiya pergala kapîtalîst re koletiya herî kûr tecrûbe dike? Kesekî ku ji civakê qut bûye, dikare hebûna xwe bidomîne, an ew tenê di jiyana komunal de wateyê bi dest dixe? Ev pirs ji bo fêmkirina têkiliya di navbera takekes û komunê de ku bingeha neteweyeke demokratîk pêk tîne, girîng in. Modela neteweya demokratîk alternatîfeke radîkal pêşkêşî takekesperestiya kapîtalîst dike ku hem li ser azadiya takekesî hem jî li ser piştevaniya civakî ye.
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di parêznameya "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk: Parastina Kurdan di Nav Qirkirina Çandî de" mijar bi sernavê "Li neteweyeke demokratîk de takekes-hemwelatî û jiyana komuna demokratîk" dinirxine. Me di vê beşa dosyeya xwe de cih da nirxandinên Abdullah Ocalan.
 
Analîzkirina li gorî qad û beşan 
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “Ez dema şax û aliyên jiyana neteweyî ya demokratîk diyar bikim, ji bo em nekevin şaşiyekê ji niha ve divê ez di xusûsekê de hişyar bikim” dibêje û wiha didomîne: “Ew jî ev e; neteweya demokratîk an jî cureyeke din a jiyana neteweyî timî ji aliyê zêhnî û sazî ve yekpare ye. Bi giştî civak, bi taybetî jî civakên neteweyî yên demokratîk, dema têne tehlîlkirin ji bo bi hêsanî bêne fêhmkirin şax û aliyên wan ji hev têne derxistin û li gorî qad û beşan têne analîzkirin. Lê ev beş, şax û alî bi serê xwe ji yekpare û tevahiyê qut nînin û bi serê xwe çênabin. Eger em civakan, nexasim neteweyên demokratîk ên serdema me bişibînin organîzmayeke zindî û ruhber, bi tevahî alî û şax weke organîzmayeke zindî ya yekpare û bi ser hev ve dijîn. Ango herçiqasî her alî û şax yek bi yek bêne rêzkirin jî divê timî hemû parçe weke beş û şaxên yek lem û yekpareyê li ber çavan bêne girtin.”
 
‘Ferd heye, civak tineye’
 
Abdullah Ocalan diyar kir ku ferd û welatiyê neteweya demokratîk bi qasî azad e, ewqasî jî divê kominal be û got: “Ferdê azad ê sexte yê ferdperestiya kapîtalîst ku li dijî civakê hatiye sorkirin, bi xwe di nava koletiyeke pêşketî de ye. Lê îdeolojiya lîberal îmajeke welê çêdike, mîna ku ferd di civakê de xwedî azadiyên bêserûbinî ye. Rastî bi xwe tiştekî din e, ferdê koleyê kedê yê mûçegir meyla kara herî zêde pêk tîne, wê vediguherîne sîstema hegemonîk û ev ferd şêweyê koletiya herî bipêşxistî temsîl dike. Ferdê em behsa wî dikin di nava perwerde û jiyana pratîk a dewleta netewe de tê afirandin. Ji ber ku bi serweriya pereyan ve hatiye girêdan, sîstema heqdestiyê mîna toqa kûçikekî xistibin stûyê wî çawa dixwazin wî wisa dimeşînin û bi çi deverê ve bixwazin berê wî didin wir. Ji ber ku ji bo bijî wekî din ti çareya wî tineye. Eger jê bireve ango bêkariyê tercîh bike, ev jî bi awayekî perpitîna şipiya îfade dike. Jixwe ferdperestiya kapîtalîst li ser bingehê înkara civakê bi gewde bûye. Bawer dike ku çiqasî rêûresm û çanda civaka dîrokî înkar bike wê karibe xwe pêk bîne, bi gewde bike. Berevajîkirina herî mezin a îdeolojiya lîberal jî ev e. Slogana wê ya sereke jî bi vî rengî ye, ‘Ferd heye, civak tineye.’ Kapîtalîzm sîstemek e ku bi nexweşî û şewbê ye û li ser bingehê qedandin û nehiştina civakê heye.”
 
Azadiya kolektîf
 
Abdullah Ocalan wiha bal dikişine ser berpirsariya ferdan: “Li hemberî vê, ferdê neteweya demokratîk azadiya xwe di kominalîteya civakê de dibîne ango di civakên piçûk ên bêhtir kêrhatî de dibîne. Kom an komina demokratîk û azad dibistana bingehîn e ku ferdê neteweya demokratîk lê çêdibe. Yê nebe komin, yê bi kominî nejî, ferdîtiya wî jî pêk nayê. Gelek cureyên kominan hene û di her qada jiyanê de dibin. Li gorî cudahiyan, ferd ji kominekê zêdetir dikare di nava koman de cih bigire. Ya girîng ew e, ferd li gorî qabîliyetên xwe, li gorî ked û cudahiyên xwe zanibe di nava koman de cih bigire. Ferd berpirsiyariya xwe ya beramberî komin an jî koma girêdayî wê ye, weke pîvana sereke ya exlaqîbûnê dihesibîne. Exlaq girêdan û hurmeta ji bo jiyana komin îfade dike. Komin yan kom jî heta dawiyê xwedî li ferdên xwe derdikeve, bi vê jî wan diparêze û jiyana wan misoger dike. Jixwe prensîba bingehîn a avabûna civak û komina mirov ev prensîba berpirsiyariya exlaqî ye. Karektera demokratîk a kom û kominan azadiya kolektîf pêk tîne, bi gotineke din kom û kominên polîtîk pêk tînin. Kom û kominên ne demokratîk nikarin polîtîk bibin. Kom û komina ne polîtîk jî nikare azad bibe. Di navbera demokratî, polîtîkî û azadiya kominê de wekheviyeke şidandî û hişk heye.”
 
Şertê pêşî yê neteweya demokratîk
 
Abdullah Ocalan, şertê pêşî yê neteweya demokratîk wiha şîrove dike: “Hingê em dikarin şax û aliyê sereke û pêşî yê neteweya demokratîk di çarçoveya komin û ferdê wê de bi vî awayî bidin nasîn. Şertê pêşî yê neteweya demokratîk ew e, divê ferd azad be û vê azadiya xwe bi kom û komina pêve girêdayî ye, li ser bingehê polîtîkaya demokratîk pêk bîne. Ferd û welatiyê neteweya demokratîk bi sedema ku di bin banê dewleta netewe de dijî pênaseya wî berfireh dibe. Di vê rewşê de, di çarçoveya ‘welatiyê destûrî’ de welatî û ferdê neteweya demokratîk e, di heman demê de yê dewleta netewe ye. Li vir xusûsa girîng ew e, statuya neteweya demokratîk tê naskirin ango xweseriya demokratîk di destûra neteweyî de bi statuyeke huqûqî tê diyarkirin. Statuya neteweyî ya demokratîk du aliyê xwe hene: Ya yekê, di nava xwe de pêkhatina statu, qanûn an destûra xweseriya demokratîk îfade dike. Ya diduyan, statuya xweseriyê weke beşekî jêr ê destûra neteweyî tê tenzîmkirin. Li gelek welatên Yekîtiya Ewrûpayê, heta li welatên dinyayê di destûrên bingehîn de tenzîmkirina statuyên bi vî rengî heye.
 
Kurd divê bibin welatiyê neteweya demokratîk, ev hem mafekî wan ê dest jê nabe, hem jî erkeke wan e. Eger mirov nebe welatiyê neteweya xwe, mirov ê gelekî xerîb bikeve, ji xwe dûr bikeve û kes nikare bi ti sedemê xwedî li vê derkeve, vê yekê biparêze. Li vir pirsa derdikeve pêşiya me ew e, wê welatîbûna dewletên netewe yên serdest çawa be. Ya rastî, pêkan e ku herdu welatîbûn di zikhev de bêne temsîlkirin. Eger li welatê pêwendîdar bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî di bin statuya welatiyê destûra demokratîk de çareserî çêbibe, xwedîderketina li herdu welatîbûnan li gorî rastiya civakî ye. 
 
Kesê jiyana wî ya kominal nebe…
 
Em divê weke prensîbeke exlaqî nas bikin û qebûl bikin ku kesê jiyana wî ya kominal nebe, ferdiyeta wî jî ne mumkîn e. Em divê ji bîr nekin ku endambûna kom an jî kominekê di heman demê de timî aliyekî xwe yê demokratîk heye. Kom an jî komin kengî bi awayekî demokratîk tevgeriya dikare polîtîk be ango dikare azad bibe. Hingê mirov ê karibin serwext bibin ku bi vî awayî her kom û komin di heman demê de yekeyeke civaka exlaqî û polîtîk e. 
 
Rêxistiniyeke civakî dikare bibe kominek
 
Welatî û ferdên wê jî ferd û welatiyên exlaqî û polîtîk in. Em dema behsa kom û kominan dikin, mebesta me di her qada civakê de komên mirovan ên kêrhatî ne. Mînak gundekî bi xisletên kominê rabe yanî şertên kominbûnê bi cih anîbe, ew kom an jî kominek e û mirov dikare vê pênaseyê ji bo kolan û bajaran jî bi kar bîne. Kooperatîf, fabrîke, weqif, komele û rêxistiniyeke civakî dikare bibe kominek. Ji ber ku di heman demê de divê demokratîk bin, mirov dikare ji wan re bibêje nîzama kominal a demokratîk. Mirov dikare jiyana komin li tevahiya qadên perwerdehî, çandî û zanistî pêk bîne, herwisa mirov dikare jiyana civakî û polîtîk jî hem kominalîze bike û hem jî demokratîze bike. Welatî û ferdê azad bi tenê dikare di nava vê jiyana kominal a demokratîk de pêk bê. 
 
Kengî dewletên netewe van maf û erkên me yên bingehîn qebûl kirin, Kurd jî dikarin erk û mafên bingehîn ên welatîbûna van welatan qebûl bikin.”