Ciwana Cuma: Ruhê yekitiyê careke din derket holê
- 09:02 10 Sibat 2026
- Rojane
Jiyan Gencan
QAMIŞLO - Rojnameger Ciwana Cuma ya ku êrîşên li hemberî gelê Kurd kêlî bi kêlî şopandine got, "Bi piştevaniya gelê me a bi Rojava re ew rihê yekitiya gelê Kurd carek din derket holê. Xwedîderketina li Rojava bersivek xurt li hemberî êrîşan bû. Plan û êrîşa li ser gelê Kurd mezinin û xeterî hîn jî dewam dike divê gelê me piştgiriya xwe dewam bike. Gelê me dê bi berxwedanê bi ser keve."
Di 6'ê Çileyê de komên cîhadîst ên girêdayî rêveberiya demkî ya Şamê li hemberî Rojava yê kurdistanê êrîşên pir alî dan destpêkirin. Êrîşên komên cîhadîst heta 29'ê çileye dewam kirin. Bi peymana 30'ê Çileyê re agirbest li seranserî herêmê hat ragandin. Bi agairbestê re ji bo entegrasyona bi hikumeta Şamê re li ser 8 xalan peymanek hat îmzekirin. Lê li gel peymanê jî hîn xeterî û dorpêça li ser rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Herî zêde jî li ser Bajarê Kobanê 21 rojin dorpêçek giran heye. Ev dorpêç li ser jiyana 600 hezar şêniyên bajerê û koçberên ku ji ber êrîşan bere xwe dan Kobanê bandora xwe zêde dike.
Tevî peymana 29'ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Şamê de hatiye îmzekirin ku têde rakirina dorpêça li ser Kobanê hatiye destnîşan kirin jî hêj dorpêç heta roja îro dewam dike.
Li ser rewşa herêmê Rojnameger Ciwana Cuma ku ji destpêka şer kelî bi kêlî têkoşîna hatiye dayîn şopandiye çavdêriyên xwe bi ajansa me re parve kirin.
'Bi guhertina deshilata Şamê re êrîş ranewestiyan'
Rojnameger Ciwana Cuma di despêka axaftînê xwe de bahsa guhertina rejîma Baasê kir û wiha got: "Pîştî ku rejîma Baasê hat hilweşandin rejîmek nû hat ser deshilatê. Rejîma Baasê ku bi salan zilm û zordarî li ser gele herêmê meşand, piştî hilweşîna wê rejîma ku nû hat ser deshilatê jî bi komkujiyan dest bi kar kir. Hikûmeta demkî ya Şamê dema hat ser deshilatê Elewî û Durzî di komkujiyan re derbas kirin. Piştre jî xwest gelê Kurd di qirkirinê re derbas bike. Di 10'ê Adara 2025'an de peymanek di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û deshilata Şamê de hatibû îmzekirin. Li gorî peymanê dive agirbestek hatiban meşandin, lê pîştî peymanê êrîşên li ser herêmên ku taybet Kurd lê bûn nehatin rawestandin.Êrîş li hemberî neteweya Kurd û herêmên xweser zêde bûn. Xwestin ew pêkhateyên ku di bin sîvana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de dijîn ji holê rakin."
'Li Şêxmeqsud berxwedana rûmetê hat kirin'
Ciwana Cuma diyar kir ku êrîşa 6'ê Çileyê li Şêxmeqsud destpêkir êrîşa qirkirina gele Kurd bû û wiha got: " Ji bo taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê peymanek hatibû îmzekirin ku Hêzên ewlekariya Hundirîn ku ji keç û xortên taxê bûn parastina taxên xwe bikin. Lê ew Peyman dîsan hat binpêkirin û êrîşên dermirovane li wir hatin kirin. Li wan taxan destanên lehengiyê hat nivîsandin, li hemberî bi hezaran çeteyan, tang û balafiran keç û xortên taxa Şêxmeqsudê şer kirin û heya dawî liberxwedan. Berxwedana şervanan, berxwedana rûmet bû. Ew şervanên leheng hebûna gele xwe parastin, navê wan di dîroka me de bi tîpên zêrîn hatin nivîsandin."
'Jinan ji têkoşîna hebûn û tunebûnê re pêşengtî kir'
Ciwana Cuma bahsa têkoşîna jinên kurd di nava şer de jî kir ûwiha anî ziman: " Di wê têkoşînê de jî jin pêşengiya xwe carek din nişan da. Şervana jin ku parastina taxa xwe dikir heta dawiyê têkoşîn da û şehîd bû. Çeteyên ku ji mirovahiyê para xwe negirtine cenazeyÊ wê ji qata 3'yan de awêtin. Wî dîmenî nîşanî hemû cîhanê da ku ji cenazeyên me jî ditirsin. Li hemberî wê hovitya çeteyan carek din jinên Kurd rûmeta gele xwe bi canê xwe parastin û heta dawiyê li ber xwe dan."
'Wekî rojnamevan min şahidiya êşa gelê xwe kir'
Ciwana Cuma ku şahidiya gelek buyerên di nava wî şerî de kiriye bahsa koçberkirina gel li Bajarê Tebqa û Reqayê kir û ev tişt lê zêde kir: " Min kelî bi kelî şahidiya şer û zahmetiyên ku gele me kêşand kir. Niha wekî rojnamegerekê min bi çavên xwe gelek bûyer û gelek êş dîtine. Lê li gel vê jî ez çiqas bînim ziman jî wê kêm bimîne. Gele me yê Efrînê ku koçber bibûn li Bajarê Tebqayê bi cih bibûn. Dema ku şer gihîşt Tebqayê êdî careke din şêniyên me yê Efrînê ku koçberî Şehba bibun û ji Şehba koçberî Tebqayê bibûn ketin ser riya koçberiyeke nû. Wekî rojnameger min zizanibû ku ez ê wî dîmenî çawa şîrove bikim. Ji ber ku gelê gelek caran hatibû komberkirin wê vê carê çi bê serê wan bizanibûn. Tene dizanîbûn ku vê carê fermanek girantir bi serê wan de hatiye. Êşek ewqas giran bû ku me rojnamegeran nizanibû em ê çawa pênaseya wê bikin."
'Bajarê Reqayê bi temamî ket bin destê DAÎŞ'ê'
Ciwana Cuma anî ziman ku niha bajarê Reqayê careke din ket bin destê DAÎŞ'ê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Reqayê DAÎŞ'ê bi bi fermî desthilatdariya xwe îlan kir. Niha şêniyên Reqayê dibêjin em birçî ne û çeteyên DAÎŞ'ê xwe li Reqayê nûjen dikin. Li pêşiya çavê koalisyona navneteweyî zindana çeteyên DAÎŞ'ê hat vekirin û dengê xwe nekirin. Rewşa ku derket holê komployeke dewletetan a li ser gelê Kurd bû. Xwestin seneryoya li ser Elewî û Durziyan li ser gelê Kurd dubare bikin. Lê nizanibûn ku gele Kurd berxwedêr e û wê heta dawî parastina xwe bike."
'Li çar aliye welat ji bo Rojava xwedîderketin çêbû'
Ciwana Cuma anî ziman ku xwedîderketina li Rojava li çar aliyên welat pir bi hêz bû û wiha dawî li axaftinên xwe anî: " Bakur û Başurê Kurdistanê bi rihê seferberiyê bere xwe dan Rojava. Bi vê berxwedanê re ew rihê yekitiya gelê Kurd carek din derket holê. Xwedîderketina li Rojava bersivek xurt li hemberî êrîşan bû. Plan û êrîşa li ser gelê Kurd mezinin û xeterî hîn jî dewam dike divê gelê me piştgiriya xwe dewam bike. Gelê me bi berxwedana xwe wê azadiya xwe bidest bixe."







