Yên dest dirêjî zarokan kiribûn û hatibûn berdan dîsa hatin girtin

  • 13:16 16 Sibat 2026
  • Rojane
ENQERE - Kesên li Meclisê xwendekarên stajyer tacîz kiribûn, hatibûn berdan. Ji 4 bersûcan 3 jê dîsa hatin girtin. Ji bo bersûcekî firarî jî biryara girtinê hat dayin. 
 
Xwendekarên dibistana amadehî yên stajyer ku di çarçoveya bernameya Navenda Perwerdeya Pîşeyî (MESEM) de li Meclisê dixebitîn, ji hêla xebatkarên Meclisê ve hatibûn îstîsmarkirin û rastî tacîzê hatibûn. Di danişîna 2’yemîn a dozê ku di 9’ê Sibatê de hatibû lidarxistin, ji bo 4 bersûcan biryara tehliyeyê hatibû dayin. Lêbelê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî biryarê îtîraz kir. Piştî qebûlkirina îtîrazê, der heqê 4 bersûcan de dîsa biryara girtinê hat dayin. 
 
Piştî biryarê, ji 4 bersûcan 3 jê hatin girtin. Hat zanîn ku bersûcekê navê wî nehat zanîn jî firarî ye. Ji bo girtina bersûcê firarî biryara lêgerînê hat dayin.