Rapora TJA'yê: Li Rojava sûcên şer
- 14:11 16 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA, li ser êrîşên li dijî Rojava raporek amade kir, diyar kir ku ji 1.3 mîlyon sivîlên koçber ji sedî 70 zêdetir jin û zarok in û bang li saziyên navneteweyî kir ku tedbîran bigirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) raporek bi sernavê "Binpêkirinên Mafên Jin û Zarokan li Bakur-rojhilatê Sûriyeyê-Rojava, Çileya 2026" weşand. Rapor balê dikişîne ser wêranî û binpêkirinên ku ji ber êrîşên HTŞ, DAIŞ û komên bi piştgiriya Tirkiyeyê di 6'ê Çileyê de li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û dû re li Rojava belav bûn, çêbûne.
Di raporê de wiha hat gotin:
"Li Sûriyê, hilweşîna rejîma Beşşar Esed di Kanûna 2024'an de, berevajî hêviyên civaka navneteweyî, nekarî pêvajoyek îstiqrarê bide destpêkirin, berevajî wê valahiyeke hêzê afirand ku xetên xirecirî yên etnîk û siyasî yên kûr ên li welêt hîn zêdetir eşkere kir. Ev pêvajoya veguherînê, di Çileya 2026'an de bû sedema qonaxeke nû û wêranker a tundûtûjiyê. Ev rapor, binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên ku di navbera 6-31'ê Çileya 2026'an de li Heleb, Kobanî û deverên derdorê qewimîne, li ser bingeha daneyên pejirandî yên ji meydanê û şahidiyan belge dike û analîz dike.
Ev rapor bi armanca belgekirina pêla êrîşên sîstematîk ku di 6'ê Çileya 2026'an de li ser xeta Heleb, Kobanî, Reqa, Tebqa û Dêrizorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir, di çarçoveya qanûna mirovî ya navneteweyî û pîvanên sûcên şer de hatiye amadekirin. Dane û şahidiyên ku ji hêla Akademiya Jineolojî ya Rojava ve hatine berhevkirin, eşkere dikin ku ev pêvajo ya ku ji hêla Hay'at Tahrir al-Sham (HTŞ), hucreyên DAIŞê û bi piştgiriya rasterast a leşkerî ya Tirkiyeyê ve tê meşandin, ji pevçûnên takekesî wêdetir, beşeke konsepta şerekî planlî û pirralî ye. Ev analîz dê bi hûrgilîkirina rêza kronolojîk û belavbûna cografî ya pevçûnên ku agirê şerê nû yê li ser hêzê li Sûriyê dan pêxistin, dest pê bike.
Kronolojiya pevçûnan û belavbûna cografî
Lêkolîna gav bi gav a giraviya tundûtûjiyê ya di navbera Çileya 2026'an de, ji bo tespîtkirina niyetên stratejîk ên failan, bandorên wêranker ên li ser sivîlan û cihên ku qanûna navneteweyî lê hatiye binpêkirin, girîngiya jiyanî heye. Têgihîştina vê yekê ku bûyerên tundûtûjiyê yên 6-31'ê Çileya 2026'an ên ku bakurê rojhilatê Sûriyê dagirtin, çawa ji aloziyeke herêmî ya li Helebê veguherî krîzeke herêmî, ji bo eşkerekirina niyetên stratejîk ên failan û xwezayên sîstematîk ên êrîşan girîngiya jiyanî heye. Kiryarên ku naveroka raporê pêk tînin, ne tenê encama nakokiyeke siyasî ne; ew kiryarên konkret in ku di çarçoveya madeya 147. a Peymana IV. a Cenewrê de wekî 'binpêkirinên giran' hatine pênasekirin û li gorî madeya 8. a Peymana Romayê sûcên şer pêk tînin û di bin desthilatdariya darizandinê de ne. Hedefgirtina deverên niştecîhbûnê yên sivîl bi prensîba cudakirinê ya ku di qanûna mirovî ya navneteweyî de hatiye bicîhkirin û di çarçoveya qanûna erf a navneteweyî de xwediyê taybetmendiya girêdayî ye, li hev nayê.
Tundûtûjiya ku li Helebê derket
Giraviya tundûtûjiyê di 6'ê Çileya 2026'an de li xaçerêya Alleramoon a Helebê, ji hêla hêzên girêdayî Hikûmeta Veguhestinê ya Sûriyê ve li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên ku nifûsa Kurd bi giranî lê dijîn dest pê kir. Ev tax ji hêla hêzên Hikûmeta Veguhestinê ya Sûriyê û komên wekî Hay'at Tahrir al-Sham (HTŞ) ên ku bi wan re têkildar in ve bi çekên giran hatin dorpêçkirin. Di rojên pey de, bi topbaranên bêcudayî, êrîşên hawinan û dronên kamîkaze ve cihên niştecîhbûnê yên sivîl, nexweşxane û saziyên binesaziyê bi awayekî sîstematîk hatin hedefgirtin.
Nakokiya di daneyên derbarê windahiyên sivîl ên di dema dorpêçkirinê de, giraniya rewşê û şerê agahdariyê eşkere dike. Rapora fermî ya Hikûmeta Veguhestinê herî kêm mirina 9 sivîlan û birîndarîbûna 55 kesan diyar dike, lê navendên tenduristiyê yên herêmî û çavkaniyên UN OCHA û UNICEF ên li meydanê, bi zêdetirî 24 kuştin û zêdetirî 111 birîndarî bilançoyeke pir bilindtir rapor kirine. Aliyê herî bi êş ên bûyeran ew e ku zêdetirî ji sedî 25'ê mexdûran zarok in.
Daneyên ku ji hêla Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ve hatine parve kirin, binpêkirinên giran ên mafan ên li dijî cihên niştecîhbûnê yên sivîl ên bi taybetî li Heleb û derdora wê di heyama Çileya 2026'an de piştrast dikin. Li gorî raporên SOHR, di encama bombebaranên bêcudayî yên ku di navbera 6-11'ê Çileyê de li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê hatine kirin, herî kêm 23 kes jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 148 hezar sivîl ji cihê xwe hatin derkirin. Çavdêriyê tekez kir ku di vê pêvajoyê de saziyên tenduristiyê û binesaziya jiyanî bi awayekî sîstematîk hatine hedefgirtin û ev yek li herêmê krîzeke giran a parastina mirovî afirandiye.
Êrîşên sîstematîk ên li dijî Kobanê
Kobanê ku sembola berxwedana li dijî DAIŞ'ê ye, bi êrîşên giran ên IHA/SÎHA yên Tirkiyeyê û operasyonên bejahî yên komên girêdayî HTŞ'ê ve bi awayekî sîstematîk hatiye hedefgirtin; van êrîşan armanc kirine ku gelê sivîl koçber bikin û kapasîteya berevaniya herêmê bişkînin. Di êrîşên ku li gundên wekî Qasîmîyê û Xerab Hişk li dijî malbatên sivîl hatine kirin de, gelek sivîl di nav de zarok hatine qetilkirin û gel rasterast bi polîtîkayeke tunekirinê re rû bi rû hatiye hiştin. Bi dagirkirina Bendava Tişrînê ve ambargokirina av û kerebeyê binesaziya nexweşxaneyan û qadên jiyanê yên bingehîn felç kir; bû sedema ku zarok ji ber birçîbûn, sar û kêmbûna oksîjenê, ango ji ber krîzên mirovî yên ku bi qestî hatine afirandin, jiyana xwe ji dest bidin.
Li gorî agahdariyên ku ji rapora ku ji hêla Akademiya Jineolojî ya Rojava ve li Qamîşlo hatiye amadekirin, ev êrîş û polîtîkayên koçberkirina bi zorê, beşên konsepta şerekî planlî û pirralî ne ku modela jiyana hevbeş a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û avahiya Rêveberiya Xweser hedef digire. Di çarçoveya vê stratejiyê de, qutkirina xizmetên bingehîn ên wekî av, kerebe û xwarinê, herêmê ji bo nifûsa sivîl nejiyanbar dike û ji polîtîkaya 'birçîkirinê û tirsandînê' re xizmetê dike.
Li dijî binesaziya sivîl û xizmetên jiyanê
Di pevçûnên navbera 6-31'ê Çileya 2026'an de hedefgirtina binesaziya sivîl, ji pêdiviyeke leşkerî zêdetir, stratejiyeke hesapkirî ye ku armanc dike gelê sivîl bi girseyî ceza bike, berxwedana wê bişkîne û ji cihê xwe derbixe. Hedefgirtina bi qestî ya saziyên jiyanî yên wekî nexweşxaneyan heya torên av û kerebeyê, nîşan dide ku prensîbên herî bingehîn ên qanûna mirovî ya navneteweyî bi awayekî giran hatine binpêkirin. Bi taybetî hilweşandina binesaziya tenduristiyê ne tenê sûceke şer e, lê di heman demê de gaveke stratejîk bû ku koştinên sivîl ên ku paşê hatine belgekirin hêsantir kir. Nifûseke sivîl ku ji îmkana dermankirinê hatiye bêparkirin, li hember êrîşên leşkerî yên pey de pir bêparastir hatiye hiştin.
Hedefgirtina saziyên tenduristiyê
Saziyên tenduristiyê yên ku li gorî Peymanên Cenewrê bi awayekî mutleq di statûya 'nedestdirêjkirî' de têne qebûlkirin, di pêvajoyê de bi qestî bûne hedefên yekem. Ev êrîşên sîstematîk ên li dijî nexweşxaneyên ku ji taxên dorpêçkirî yên Helebê re xizmetê dikin; binpêkirina eşkere ya prensîba 'nedestdirêjkirina yekîneyên tenduristiyê' ye ku bi madeya 19'an a Peymana I. a Cenewrê û madeya 18. a Peymana IV. a Cenewrê ve tê garantîkirin. Derxistina bi qestî ya van saziyan ji karê ne tenê mafê gihîştina dermankirinê yê birîndar û nexweşan binpê kiriye; di heman demê de li gorî madeya 8(2)(b)(ix) a Peymana Romayê, bi kiryara êrîşkirina bi qestî li nexweşxaneyên ku ne armancên leşkerî ne û cihên ku nexweş lê kom dibin, 'sûcê şer' hatiye kirin.3
Tabloya jêrîn, rewşa nexweşxaneyên sereke yên ku hatine hedefgirtin û kurteya zirara wan nîşan dide:
Raporên ku destnîşan dikin ku du karkerên tenduristiyê yên ku li Nexweşxaneya Othman kar dikirin bêdadge hatine înfazkirin û daxwaza Heyva Sor a Kurdistanê ya ji bo derxistina birîndaran li gorî nûçeyên meydanî yên ANHA (Hawar News) hatiye redkirin; ev bûyer sûcên şer in ku metinên qanûna navneteweyî yên ku em behsa wan dikin bi awayekî giran binpê dikin.
Bikaranîna xizmetên bingehîn wekî çekên şer
Di dema êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de qutkirina sîstematîk a xizmetên bingehîn, wekî taktîkeke dorpêçkirinê û rêbazeke cezakirina bi girseyî ya ku armanc dike nifûsa sivîl bindest bike, derketiye pêş. Ev stratejî sûceke şer e ku nikare tenê bi pêdiviyeke leşkerî were ravekirin û rasterast qanûna mirovî ya navneteweyî û mafê jiyanê yê bingehîn hedef digire. Wekî ku Human Rights Watch di şopandinên xwe yên rojane de destnîşan kiriye; av û Kerebe: Dagirkirina Bendava Tişrînê bû sedema ku bi sed hezaran mirovên li Kobanî, Reqa û Hesekê bi tevahî ji xizmetên av û kerebeyê bêpar bimînin.
Ewlehiya Xwarinê: Girtina firinan, astengkirina gihîştina embarên genim û nedayîna destûra derbasbûna konvoyên xwarinê, li herêmê xetera krîza birçîbûnê afirandiye. UNICEF diyar kir ku di van şert û mercan de nêzîkê 480.000 zarok û jinên ducanî hewceyê piştgiriya lezgîn a xwarinê ne.
Rûyê zayendîkirî yê vê şer û pevçûnê, wekî ku dê di beşa pêş de were vekolîn, jin bûne.
Binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên li dijî jinan
Li deverên pevçûnan tundûtûjiya li dijî jinan tu carî kiryarên tesadufî nîne; berevajî vê, ew stratejiyeke şer a sîstematîk û hesapkirî ye ku armanc dike civakê ji aliyê derûnî ve hilweşîne, tevna wê ya civakî perçe bike, rûmeta wê bişkîne û avahiya demografîk bi zorê biguherîne. Di heyama Çileya 2026'an de, laş û rûmeta jinê, ji hêla aktorên cuda ve wekî qadeke şer hatiye bikaranîn. Ji bilî vê, ev êrîş ne tenê li dijî jinan in, lê di heman demê de wekî 'hewldanek tunekirina îdeolojîk' li dijî modela civakî ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengiya jinan hatiye avakirin û 'destkeftiyên şoreşa jinê' ne.
Tundûtûjiya zayendî wekî çekeke şer
Ji destpêka şer li Sûriyê ve tundûtûjiya zayendî, ji hêla hin aliyan (HTŞ, DAIŞ hwd.) ve bi awayekî sîstematîk û wekî amûreke şer hatiye bikaranîn. Ev pratîka tirsnak, di serdema piştî Esed de jî berdewam kiriye. Nimûneya berê ya vê modela tundûtûjiyê ya ku ji hêla hêzên girêdayî hikûmetê ve hatiye bicîhkirin, 'bûyera Rawan' e ku di 18'ê Îlona 2025'an de li herêma Salhab a girêdayî Hamayê hatiye belgekirin. Ev bûyer ku jineke 23 salî hatiye revandin û bi girseyî dest pê dirêjî lê hatiye kirin, wekî yek ji yekem dozên tundûtûjiya zayendî yên ku di serdema nû ya piştî Esed de derketine ber raya giştî û lê hatiye lêgerîn, nîşan dide ku çanda bêcezayiyê berdewam dike.
Muameleya rûreşker li dijî jinên şervan
Kiryarên ku rûmeta jinan hedef digirin, wekî beşek ji şerê derûnî derketine pêş. Di 10'ê Çileya 2026'an de li Helebê, vîdyoya kêliya ku cenazeyê jineke şervanê Kurd a ku jiyana xwe ji dest dabû, ji hêla HTŞ'ê ve ji avahiyeke bilind hat avêtin, ji hêla Tora Sûrî ya Mafên Mirovan (SNHR) ve hat pejirandin. Ev binpêkirina 'berpirsiyariya rêzgirtina li nêşên miriyan' ye ku bi madeya 34. a Protokola I. ya pêvek a Peymanên Cenewrê ve tê birêkûpêkkirin û di heman demê de êrîşeke derûnî ya bi qestî ye ku li dijî sembolîzma berxwedanê ya jinên Kurd e.
Lêkolînên hatine kirin eşkere kirine ku kesê ku ev kiryar pêk aniye dibe ku ne hemwelatiyê Sûriyê be, lê Îslamîstekî radîkal ê Misirî be. Ev rewş, qelsiya kontrola Hikûmeta Veguhestinê ya Sûriyê li ser hêmanên biyanî û radîkal ên di nav refên xwe de nîşan dide. Ev kiryar û kiryarên wekhev ên wekî kaşkirina cenazeyan li paş wesayîtan, bi rêbazên dijminiya jinan ên DAIŞ'ê re berdewamiyeke îdeolojîk nîşan didin.
Piştî belavbûna wêneyên ku kesekî girêdayî HTŞ'ê porê birêkirî yê jineke Kurd jê dike, jinên Kurd û ji cihên cuda yên cîhanê jinên ji gelek etnîsîteyên cuda birêyên porê xwe û kêliyên birêkirina porê xwe parve kirin û li dijî vê êrîşa li dijî îradeya jinê bertekeke gerdûnî dan. Her wiha bi piştgiriya ciwan, mêr, kal û keçikan ve ev kiryar dengvedanek berfireh çêkir. Van kiryarên ku di medya û platformên civakî de xuya bûn, hewldanên serdestiya li ser laşê jinê bi berxwedana birêyan ve wekî semboleke rûmeta kolektîf ji nû ve siyasîkirin.
Her wiha li gorî rapora ku ji hêla Akademiya Jineolojî ya Rojava ve li Qamîşlo hatiye amadekirin bi navê 'Sûcên Şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê' (2026);
Dozên Talankirinê û Şewitandinê:
* Di 14'ê Çileya 2026'an de Navenda Civîna Jinên Zennubiya ya li Reqa hat talankirin û şewitandin.
* Di 23'ê Çileya 2026'an de Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya li Tebqayê hat talankirin û materyalên hundirê wê hatin dizîn.
* Di 24'ê Çileya 2026'an de Avahiya Meclisa Jinan a Zennubiya ya li Tebqayê hat talankirin.
Eşkerekirina Daneyên Kesane û Şantaj: Bi taybetî li Reqa û Tebqayê nasname û agahdariyên kesane yên jinên ku berê li saziyên Rêveberiya Xweser kar kiribûn di medyaya civakî de hatin eşkerekirin û ev jin bi eşkere rastî tehdît û şantajê hatin. Armanca van pratîkan ew e ku jin bi tevahî ji qada giştî werin derxistin û bîra civakî were perçekirin.
Êrîşên Sembolîk: Hilweşandina peykel û sembolên jinên şervan ên li Tebqayê, wekî beşek ji êrîşên sîstematîk ên ku armanc dikin bîra destkeftiyên kolektîf û sembolên azadiya jinan paqij bikin, hatiye tomarkirin.
Revandina jinan a li ser bingeha etnîk û mezhebî
Pevçûn veguherîne dimensiyoneke paqijkirina etnîk û tolhildana mezhebî ku jin ji ber nasnameya xwe ya etnîk û mezhebî têne hedefgirtin: Di gotara bi sernavê 'A Rape Case Highlights Sexual Violence in Syria' ya ku ji hêla 'New Lines Magazine' ve hatiye weşandin de, hatiye raporkirin ku herî kêm 24 jinên Elewî hatine revandin û çarenûsa wan hîn jî nayê zanîn. Di heman gotarê de li ser bingeha rapora NYê hatiye belgekirin ku zêdetirî 80 jinên Dirzî winda bûne. Di dosyeya binpêkirinên mafan a ku ji hêla Kurdistan24 ve hatiye veguhestin û ji hêla Berdevkê QSD Ferhad Şamî ve hatiye weşandin de, hatiye tomarkirin ku hêzên ku tê îdiakirin ku girêdayî hikûmeta Sûriyê ne, keçên sivîl ên Kurd wekî esîr girtin, bi wan re zimanekî neheq bikaranîn û kampanyayên propagandeyê yên ku gotina nefretê vedihewînin û armanc dikin hin ji wan bi armanca koletiya zayendî werin revandin û binçavkirin, pêk anîne.
Mafên zarokan û bêparastiya wan
Wekî her pevçûnê, fatureya herî giran a bûyerên tundûtûjiyê yên Çileya 2026'an jî zarokan dane. Ne tenê roja zarokên ku mafên wan ên jiyanê, tenduristiyê û perwerdeyê ji wan hatine standin, lê pêşeroja wan jî hatiye dizîn. Binpêkirinên ku di vê heyamê de hatine belgekirin, bi awayekî wêranker eşkere dikin ku zarok hem mexdûrên êrîşên bi qestî ne û hem jî mexdûrên encamên nerasterast ên bêrehm ên pevçûnan in.
Bi belavbûna tundûtûjiyê ber bi gundên derdora Kobaniyê ve, êrîşên ku di 20-22'ê Çileya 2026'an de li gundên Xerab Hişk, Şehrebaniya û Qasîmîyê li dijî malbatên Reşo Bozan Gadro û Mistefa Osman Kîço hatine kirin, wekî yek ji koştinên herî hovane yên wê heyamê di qeydên xwe de cih girt. Di encama êrîşên komên çekdar ên li ser malan û topbaranê de du malbat hema bêje bi tevahî hatin tunekirin. Pêkanîna vê koştinê di heyameke ku agirbesteke fermî ya 15 rojî di navbera aliyan de di meriyetê de bû de, îspat dike ku agirbes bi eşkere hatiye binpêkirin û ku mirina sivîlan ne tesadufî ye, lê beşeke kampanyaya tundûtûjiyê ya sîstematîk e.
Koçberkirina bi girseyî û krîza mirovî
Di pevçûnên Çileyê de koçberkirina bi zorê, ne tenê encameke tundûtûjiyê ye, lê di heman demê de çekeke stratejîk e ku armanc dike girêdanên civakî jê bike, avahiya etnîk a herêmê (bi taybetî li dijî nifûsa Kurd) bi domdarî biguherîne û kontrola siyasî xurt bike. Ev rewş, li herêmê yek ji mezintirîn û bilezintirîn pêlên koçberiya bi girseyî ya salên dawî da destpêkirin û bû sedema karesateke mirovî ya tevde.
Bandora şert û mercên zivistanê
Li gorî raporên herêmî yên rewşê yên ku ji hêla UN OCHA (Ofîsa Hevrêzkirina Alîkariya Mirovî ya NY) ve di heyama sê hefteyan a pevçûnan de hatine weşandin, tê texmînkirin ku nêzîkê 1,3 milyon sivîl ji cihê xwe hatine derkirin. Tenê hejmara malbatên ku ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê reviyane gihîştiye 30.000'î (bi qasî 150.000 kes). Piraniya nifûsa ku ji cihê xwe hatiye derkirin jin, zarok û kal pêk tînin.
Koçberiya bi girseyî, ji ber ku di şert û mercên zivistanê yên qeşayî de pêk hat, dimensiyonên şer çend qat zêde kir. Wekî encameke rasterast a van şert û mercên giran, tê pejirandin ku li giştî Rojava herî kêm 5 zarok ji cemidandinê jiyana xwe ji dest dane, ev di qeydên DG ECHO û UNICEF de hatiye teyîdkirin. Ji bilî vê, ji ber ku dibistan wekî stargeh hatine bikaranîn, perwerdehiya nêzîkê 750.000 zarokan bi tevahî rawesta.
Berpirsiyariya navneteweyî
Kiryarên ku di seranserê vê raporê de hatine belgekirin, normên herî bingehîn ên bi taybetmendiya jus cogens ên qanûna mirovî ya navneteweyî û qanûna mafên mirovan a navneteweyî binpê dikin. Kiryarên belgekirî, li gorî cihê wan di hiyerarşiya norman de, bi vî awayî hatine dabeşkirin:
* Sûcên Şer: Êrîşên bi qestî yên li dijî nexweşxane, saziyên perwerdeyê û cihên niştecîhbûnê yên sivîl, di çarçoveya madeya 8(2)(b) a Peymana Romayê de sûca lêdana li hedefên ku armancên leşkerî nagirin pêk tîne. Ji bilî vê, kiryarên wêrankirin û rûreşkirinê yên li dijî nêşên kesên hatine kuştin, li gorî madeya 34. a Protokola I. ya pêvek a Peymanên Cenewrê, di çarçoveya muameleya heqaretamêz a li dijî rûmeta kesane de sûcên şer ên serbixwe ne.
* Sûcên li Dijî Mirovahiyê: Bi taybetî koçberkirina bi zorê ya ku avahiya demografîk a nifûsa Kurd hedef digire, tundûtûjiya zayendî ya sîstematîk û kiryarên çewisandinê yên li ser bingeha nasnameya etnîk; ji bûyerên takekesî wêdetir, di madeya 7. a Peymana Romayê de pîvana 'beşbûna ji êrîşeke berfireh an sîstematîk a li dijî nifûseke sivîl' dabîn dikin. Pêkanîna planlî ya van kiryaran, di qanûna cezayê ya navneteweyî de hêmanên maddî û manevî yên sûcên paqijkirina etnîk û çewisandinê vedihewîne.
* Qedexeya Îşkence û Muameleya Rûreşker: Şert û mercên nemirovane yên li navendên binçavkirinê û kampan ligel êrîşên li dijî yekîneya nêşan, binpêkirina rasterast a qedexeya îşkence û muamelat din ên hovane, nemirovane an jî rûreşker e ku bi Peymana NY ya li Dijî Îşkenceyê (UNCAT) û madeya 7. a Peymana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî (ICCPR) ve bi awayekî mutleq hatiye qedexekirin; di ti şer an rewşeke awarte de nikare were meşrûkirin.
Encam...
Tevgerên leşkerî yên ku di Çileya 2026'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kûr bûn û pratîkên ku bi wan re pêş ketin, divê ne wekî dînamîkeke pevçûneke sade, lê wekî stratejiyeke sîstematîk a 'endezyariya civakî' û 'tasfiyekirina demografîk' ku tevna civakî ya kevnar a herêmê hedef digire were xwendin. Gavên endezyariya demografîk ên ku di vê pêvajoyê de lê hatine şahidîkirin, pratîkeke tevayî ya qirkirina civakî (sociocide) ye ku armanc dike hebûna dîrokî ya gelê Kurd û modela xweseriya demokratîk ku hewl dide ava bike tasfiye bike.
Ev stratejîya ku tevna dîrokî û sosyo-polîtîk a herêmê hedef digire; bi rêya koçberiya bi zorê, îzolasyona xetên binesazî û lojîstîk ên krîtîk û polîtîkayên malpervebûna sîstematîk, armanc dike kapasîteya berxwedanê ya gelê herêmê bişkîne. Armanca dawî ew e ku statûkoya li herêmê bi awayekî bêveger biguherîne û rastiyek nû ya jeopolîtîk ava bike.
Hedefgirtina bi qestî ya binesaziya sivîl û xizmetên bingehîn, kapasîteya civakê ya ji nû ve avakirina xwe qels dike û êrîşên bi qestî yên li dijî torên xizmetên bingehîn, hêza tevna civakî ya ji nû ve avakirina xwe qels dike û giraviya bêîstiqrar û girêdayîbûneke domdar diafirîne. Êrîşên li dijî navendên tenduristiyê yên wekî Zahi Azarak, Othman û Ibn Rished gihîştina dermankirinê nemûmkûn dike; veguherandina xetên av, kerebe û xwarinê bi çekên şer, xetera salgînan, kêmxwariniyê û krîza stargehê mezin dike û ji polîtîkaya 'birçîkirinê û tirsandînê' re xizmetê dike.
Navenda îdeolojîk a vê stratejiya tasfiyekirinê, êrîşên rasterast ên li dijî nasnameya jinê û modela jiyana azad pêk tîne. Dema ku ji perspektîfa Jineolojiyê tê lê nihêrîn; kiryarên teşhîr, îşkence û rûreşkirinê yên li dijî laşên jinên şervan ên ku jiyana xwe ji dest dane ne dozên takekesî ne; ew 'jinkujî' (femicide) û taktîkên şerê derûnî yên bi qestî ne ku armanc dikin îradeya azad a ku tevgera jinên Kurd afirandiye bişkînin. Veguherandina laşê jinê bi qadeke şer; û gotarên sîmûrgeci-mêrane yên li dijî laşê jinê, bi revandinên li ser bingeha etnîk û mezhebî û dozên tundûtûjiya zayendî ve tê xurtkirin û ji armanca tirsandina civakê re xizmetê dike.
Ew rastî ku zêdetirî ji sedî 70'ê 1,3 milyon sivîlên ku ji cihê xwe hatine derkirin jin û zarok in, barê krîzê bi awayê herî giran li ser van beşan datîne. Jin, ji gihîştina avê heta tenduristiya reglê, ji ducanîbûn û lênêrîna zarokan heta lênêrîna kalan, neçar in ku hemû barê 'domandina jiyanê' yê ku ji çavkaniyan bêpar hatine hiştin, hilgirin.
Wekî ku di rapora ku ji hêla Akademiya Jineolojî ya Rojava ve li Qamîşlo hatiye amadekirin bi navê 'Sûcên Şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê' (2026) de jî hatiye destnîşankirin, pratîkên wekî talankirina saziyên jinê, şewitandin û eşkerekirina daneyên kesane, xeteke sîstematîk û konsepta şerekî îdeolojîk pêk tînin ku armanc dikin hêza rêxistinkirî û torên piştgiriya jinan belav bikin. Ev êrîş, bi binpêkirinên li dijî goristandinan û cenazeyan re li hev tên û vediguherin 'qirkirina bîrê' ku armanc dike bîra civakî perçe bike. Ev êrîş a ku heta mafê şîngirtinê jî hedef digire, beşeke tamamker a malpervebûnê ye ku armanc dike mirovan ne tenê ji malên wan, lê ji çîrokên wan ên dîrokî jî jê bike.
Di encamê de krîza Çileya 2026'an, îspat kiriye ku 'serdema piştî Esed' li Sûriyê, berevajî sozên xwe, ji bo sivîlên bêparastin ên bi taybetî nifûsa Kurd serdemeke tehdîdeke sîstematîk destpêkiriye. Ev tablo ya ku ji Helebê ber bi giştî Rojava ve belav bûye; avahiyeke tundûtûjiyê ya planlî ye ku armanc dike gelê Kurd malpervê bike, nasnameya wê bi zimanekî sîmûrgeci rûreş bike û îdeala jiyana hevbeş a demokratîk ji erdnîgariyê paqij bike. Ev xebat, bi belgekirina êrîşên sîstematîk ên ku qewimîn; armanc dike raya giştî ya navneteweyî agahdar bike, siyaseta tasfiyekirinê ya ku gelê Kurd pê re rû bi rû ye xuya bike û li dijî înkarkirina rastiyê bisekine. Di heman demê de bang li dewletên têkildar, saziyên navneteweyî û mekanîzmayên mafên mirovan dike ku berpirsiyariyê hilgirin, mekanîzmayên şopandin û parastinê yên bi bandor bixin kar û li dijî vê hewldana qirkirina civakî gavên lezgîn û konkret bavêjin."







