Vejîna Kurd dest pê dike
- 15:32 16 Sibat 2026
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN -Belgefîlma Vejîna Kurd ku di derbarê dîroka têkoşîna Tevgera Azadiyê de hatiye amadekirin, bi beşa 29emîn a bi navê ‘Artêş û Enî’ di 18ê Sibatê de li ser Sterk TVyê dest bi werza nû dike.
Belgefîlma Vejîna Kurd ku werza yekemîn di sala 2025an de wekî 28 beş hate weşandin, bi werza duyemîn berdewam dike. Belgefîlma li ser qanalên televîzyone yên Stêrk Tv û Medya Haber Tvyê hate weşandin ji temaşevanan eleqeyek mezin dîtibû. Ji bo werza nû ya sala 2026an agahiya ku temaşevana li bendê bû ji senarîstên hilberînerên belgefîlmê û televîzyonên weşanger hat.
Pêngava 15'ê Tebaxê û ERNK tê vegotin
Beşa nû ya belgefîlmê li ser bandora pêngava dîrokî ya 15ê Tebaxê û tesîra wê ya li ser civaka Kurd digire dest. Di vê beşê de bandora 15ê Tebaxê ya li Ewropayê tê vegotin. Li gel xebatên partîbûn û artêşê, xebatên eniyê yên ku bi demê re pêş ketin û cihê xwe girtin, bi taybetî ava bûna Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê (ERNK) wekî qonaxeke girîng tê nîşandan.
Rêxistinbûna Diasporayê
Di beşê de behsa xebatên rêxistinî û bi lez mezinkirina tevgerê ya li Ewropayê tê dahurandin. Xebatên çapemeniyê, çand û hunerê, rêxistinên jinan û ciwanan, her weha rêxistinbûna karker û kedkaran bi berfirehî têne nîşandan û şîrovekirin. Di heman demê de, civîn û hevdîtinên gel ên ku li gelek bajarên Ewropayê hatin lidarxistin, wekî pêkhateyên sereke yên seferberiya civakî têne şirovekirin.
Têkoşîna li Çiyayên Kurdistanê
Belgesel ne tenê li ser diasporaya Ewropayê rawestiya ye. Di heman demê de, pêşveçûnên ku piştî 15ê Tebaxê li çiyayên Kurdistanê qewimîn jî bi awayekî berfireh têne vegotin. Têkoşîna gerîla, ceribandinên nû yên leşkerî û lojîstîk, êrîşên leşkerî yên dewleta Tirk û berxwedana li hemberî van êrîşan di nav mijarên sereke de ne. Her wiha, erk û peywira domandina pêngavê û mezinkirina gerîla jî di belgefîlmê de tê nîqaşkirin.
Civîna li Botanê û mezinbûna têkoşînê
Di metnên danasîna belgefîlmê de li ser qada Botanê jî tê rawestîn. Di belgefîlmê de civîna navendî ya li Botan–Kato Xelîla pêk tê, ji aliyê leşkerî û siyasî ve mîna qonaxeke girîng tê vegotin. Di belgefîlmê de ev civîn ji bo rêxistinbûna xebatên eniyê û firehkirina xeta têkoşînê, wekî gaveke stratejîk tê nirxandin.
Bi Vejîna Kurd di serî ne nifşên di nav têkoşîna Tevgera Azadiyê de mezin bûyî ji nûve wê demê dijîn û nifşên nû jî derketin, mezin bûn û berdewama têkoşîna Tevgera Azadiyê ji aliyê leşkerî, siyasî, civakî, rêxistinî û îdeolojîk ve hîn dibin. Belgefîlm hafizaya dîrokê pêşkêşî hemû temaşevanan dike.







