Kongra Star hevdîtinan li Amerîkaya Latîn pêk tîne
- 16:14 17 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bêrîvan Xalid diyar kir ku hevdîtinên wan li Amerîkaya Latîn dewam dikin û destnîşan kir ku şandeya wan dê serdanên xwe li welatên herêmê bidomîne.
Nûnerên Kongra Star Bêrîvan Xalid û Dîrok Qehreman di çarçoveya vexwendineke fermî ya tevlêbûna Konferansa Jinan a Cîhanê de li Amerîkaya Latîn in. Nûnerên Kongra Star hevdîtinan bi sazî û rêxistinên jinan dikin.
Der barê mijarê de endama Koordînasyona Kongra Star Bêrîvan Xalid ji ajansa me re axivî. Bêrîvan Xalid diyar kir ku serdana wan a li Amerîkayê Latîn dewam dike û dê hevdîtinan li gel kesayet û saziyan jinan pêk bînin û serdana welatên din jî bikin.
Bêrîvan Xalid bal kişand ser konferansa ku ji aliyê tevgerên jinan ve di navbera 11-15’ê Sibatê de li paytexta Kolombiyayê Bogotayê bi dirûşma “Em ê bibişkivin ji ber ku şer nikare kokên me tune bike” tê birêxistinkirin û got konferans derfeteke dîrokî ji bo hevdîtina zêdetirî 400 jinên ji welatên cuda yên cîhanê ye.
Di heman demê de konferans wek destkeftiyeke dîrokî di çarçoveya hewldanên yekparbûna helwesta jinan bi nav kir û wiha domand: "Konferansa gavek pîroz bû û bi nîqaşên cidî û kûr encam da. Beşdarbûna coşeke mzin nîşanî da damezrandina toreke berxwedanê ya gerdûnî ya li dijî tundî û kapîtalîzmê."
Bêrîvan Xalid destnîşan kir ku serdanên şandeya wan hîna dewam dikin û da zanîn ku dê hevdîtinan li gel sazî û kesayetên jinan ên li Amerîkayê Latîn pêk bînin da ku dozên hevbeş nîqaş bikin û tevkariyê berfireh bikin.







