Li Sêwregê li dijî komploya 15’ê Sibatê civîna gel

  • 20:26 17 Sibat 2026
  • Rojane
RIHA - Li Sêwregê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di çarçoveya 15’ê Sibatê komkploya navneteweyî civîna gel hate lidarxistin.
 
Li navçeya Sêwregê ya Rihayê, bi boneyeya 27’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû kirin, civîna gel pêk hat. Civîn li Komaleya Lêkolîn û Pêşvebirina Çand-Huner û Zimanê Kurdî ya Sêwregê (ZIWAN-KURD) hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û siyasetmedar Sînan Turkmen ê ku piştî 33 salan ji girtîgehê hatibû berdan, wekî axêver beşdarî bernameyê bûn.
 
Di hêwana civînê de pankarta bi nivîsa “Em ji tariya 15’ê Sibatê ber bi ronahiyê ve dimeşin”  ê ku wêneyê Abdullah Ocalan li ser bû, hat daliqandin. Di civîna ku bi beşdariya gelek welatiyan hat lidarxistin de, bandorên siyasî û civakî yên komploya 15’ê Sibatê, êrişên li ser Rojava û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatin gotûbêjkirin.
 
Civîn piştî axaftinan, ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.