'Şerê taybet, ji bo têkbirina Gelê Kurd e'

  • 09:05 25 Adar 2026
  • Rojane
Roza Metîna 
 
AMED - Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, tekildarî polîtîkayên şerê taybet diyar kir ku li herêmên Kurd lê dijîn, bi salan e, li kêleka tundiya bi qedexeyan, pergalên îstismarker û hêzên leşkerî-paramîlîter ve têne afirandin, mijara çewisandina gelekî ya sereke ya rojevê ye û got:"Ev biryar li pişt deriyên girtî, di civînên Lijneya Ewlekariya Neteweyî de têne girtin."
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Erziromê, Meral Daniş Beştaş, tekildarî polîtîkayên şerê taybet ên bandorê li ser jin û civakê dikin, pirsên me bersivand.
 
* Li Kurdistanê ji bo çewisandina civakê êrişên cidî hene. Bi taybet di şexsê jinan de rêbazên şerê taybet tên bikaranîn. Hûn vêya çawa dinirxînin ? 
 
Bê guman, jin û zarok di her şerî de herî zêde cefayê dikişînin. Ev rastiyek ji hezar salan ve ye. Di vê çarçoveyê de, hêjayî ravekirinê ye ku rewş ji bo gelê Kurd pir tevlihev e. Kurdistan erdnîgariyek e ku têkoşîna jinan ji bo azadiyê gihîştiye xalek diyarkirî û xwedîderketina jinan pir girîng e. Zêdebûna tundî û îstîsmarê li dijî zarok û jinan li çaraliyê cîhanê rastiyek cidî û girîng e. Divê were çareserkirin. Bê guman, ev rewş rasterast bi polîtîkayên aborî ve girêdayî ye. Lêbelê, li herêmek wekî Tirkiyeyê, ku nezelalî serdest e, em şahidiya bûyerên pir hovanetir dikin. Dûrxistina zarokan a ji perwerdehiyê, nebûna perspektîfên pêşerojê ya ji bo ciwanan û krîza aborî ya zêdekirî vê atmosfera tundûtûjiyê gur dike. Bê guman, siyaseta îktîdadî ya hikûmetê jî faktorek girîng e. Wekî rêbazek ji bo sivikirina bandora krîza aborî ya heyî, 'pereyê reş' tê bikaranîn û bazirganiya narkotîkê berbelav dibe. Zêdebûna bikaranîna hişbirê rastiyek li ber çavan e. Ev rewşa giştî ya vî welatî ye. Di nav vê dewletê de, cudakarî, axaftina nefretê, xizanî û nîjadperestiya ku Kurd pê re rû bi rû dimînin jî pirsgirêkên girîng in. Ev yek jî rewşa kaotîk a ku me behs kir hîn dijwartir dike.  Siyasetên dewletê yên li hember Kurdan bi salan e baş têne zanîn. Hem li herêmê û hem jî li bajar û taxên ku serjimara Kurdan lê zêde dewlet siyasetek bi tevahî cuda dimeşîne. Ev ji bo çewisandin û têkbirina Gelê Kurd tê kirin. Dewlet dixwaze ciwanên Kurd ji bîrdozî û siyasetê dûr bixe. Ev rêbaz bi awayekî sîstematîk li bajarên Kurdan tê sepandin ku hêzên leşkerî û paramîlîter lê serdest in. Windabûna Gulistan Dokû, qetilkirina Rojîn Kabaîş û zêdebûna mirina jinan, wekî ku di doza Îpek Er de tê dîtin, hemî pêşketinên nîşaneya vê yekê ye. Mînaka Narîn Guran jî ji bo meseleyê perdeyeke nû vekir. Di vê nuqteyê de, pir eşkere ye ku ev kuştin ji avahiyên leşkerî-paramîlîter ên dewletê serbixwe nînin. Zimanê ji hêla hikûmetê ve tê bikaranîn bû sedema bêdengiya dadweriyê. Her wiha Peymana Stenbolê hat betalkirin û rêziknameyên destkeftiyên jinan hedef digirin bûne siyaseta sereke ya hikûmetê. Her wiha polîtîkayên bêcezahiştinê jî xizmetê ji bo kuştinên nû dike.
 
* Ji xeynî polîtîkayên tên diyakirin, konseptên taybet li gor bajar û herêman dikevin meriyetê. Wekî mînak li Colemêrg û Dêrsimê jî herî dawî şebekeya şerê taybet fuhûş li ser jinan ferz kir. Ev yek ji mînakên dawî ne. Hûn vêya çawa dinirxînin ?
 
 
Bûyera li Colemergê bi rastî hemû polîtîkayên dewletê yên li ser Kurdan eşkere dike. Li vir bifikirin: çeteyek, ku ji hêla jinek bi navê Ayşegul Akdogan ve tê birêvebirin û bi tevahî ji endamên AKP'ê pêk tê, jinên ciwan neçar dike ku madeyên hişbirê bikar bînin û fuhuşê li ser wan ferz dike. Mixabin, ev ne cara yekem e. Em dizanin ku bûyerên bi vî rengî her wiha ya li Dêrsimê jî pêk hat, gelemperî ne. Ev rewşa sîstematîk, ku bi gelemperî ji hêla hêzên ewlehiyê ve tê meşandin, wekî polîtîkayek giştî ya ku ji hêla partiya desthilatdar ve tê meşandin hatiye nîşandan. Bavê Ayşegul Akdogan cerdevan e û birayê wê jî berbaz e. Wekî din, giliyê di derbarê vê mijarê de ji hêla dozger Furkan Akbulut ve tê vekişandin. Armanca vê hevpeymaniya di navbera leşker, dewlet û dadweriyê de çi ye? Ji bo çewisandina gelekî ye ! Ev di rastiyê de têgehek e ku dewlet bi salan e dişopîne. Ji ber vê yekê, dê xelet be ku meriv wê tenê bi AKP'ê ve girê bide. Lêbelê, wekî her car, AKP'ê ev polîtîka gihandiye astek nû. Ew kesên ku bi bazirganiya narkotîkê û îstismarkirinê bêrîkên xwe tijî dikin, hilweşîna çandî wekî çareseriyek ji bo hebûna xwe dibînin. Li herêmên Kurd lê dijîn, bi salan e, li kêleka tundûtûjiya ku bi qedexeyan, pergalên îstismarker û hêzên leşkerî-paramîlîter ve têne afirandin, mijara çewisandina gelekî ya sereke ya rojevê ye. Ev biryar li pişt deriyên girtî, di civînên Lijneya Ewlekariya Neteweyî de têne girtin. Lê belê Gelê Kurd ji hêla siyasî ve çalak û polîtîk e. Têkoşîna Gelê Kurd a ji bo mafên jinan xwedî taybetmediyekê ye. Ji bo cîhanê wekî modelekê ye. Di vî warî de, polîtîkayên ku dewletê bi deh salan hewl daye bişopîne têk çûne. Em di vê mijarê de baldar û hişyar in. Ji ber ku, mixabin, em di dilê meseleyê de ne. Ji ber em ji tiştên ku em dijîn haydar in û em gavên xwe li gorî wê davêjin.
 
*Kesên wekî hêz û peywirdarên ewlehiyê bi polîtîkayên bêcezahiştinê tên xelatkirin. Hûn vêya çawa şîrove dikin ?
 
Siyaseta bêcezatiyê helwesta giştî ya hikûmetê ye ! Em dikarin vê yekê di mirinên li cihê kar, di kuştinên jinan, di dozên îstismara sûc de û di sûcên ku ji hêla hêzên ewlehiyê ve têne kirin de bibînin ! Şerê desthilatdaran serdest e ! Bi dehan karesatên madenê û mirinên li cihê kar bifikirin! Yek ji kesên ku kar didin jî nehatine cezakirin. Rewşek wisa ji bo kuştinên jinan jî derbas dibe; heta ku zexta civakî tune be, doz têne veşartin. Ev ji bo sûcên ku ji hêla hêzên ewlehiyê ve têne kirin hîn zêde ye. Hêzên ewlehiyê, carinan bi awayekî nepenî, carinan jî bi rêya rêziknameyan, tên parastin. Bi dehan, bi sedan înfaza bê daraz çêbûne; mirin ji ber pevçûnên wesayîtên zirxî çêbûne û her doz bi awayekî hatiye veşartin. Hêzên ewlehiyê bi pratîkî têne teşwîqkirin da ku bikujin û tundûtûjiyê bikin. Li vir, divê serxwebûna dadweriyê were ragihandin. Bawer bikin, heke dozek bi bandor bihata çareserkirin, yên mayî jî dê bihatana û em ê li ser bêcezatiyê neaxivîna. Hikûmetek heye ku makezagonê, AÎHS û AÎHM'ê paşguh dike û hêza xwe ji bêqanûniyê digire. 
 
*Ji ber teşhîrkirina polîtîkayên şerê taybet kedkarên çapemeniya azad her tim dibin hedef. Hûn hedefgirtina çapemeniya azad çawa şîrove dikin?
 
Çapemeniya azad kabûsa kesên desthilatdar e. Ji ber ew tekane rêya ku em dikarin rastiyê bibînin e. Hikûmet, ji ber ku tawanên li dijî gel kiriye baş dizane, ji sala 2005'an vir ve çapemeniyê hedef digire. Pêşî, sansur li ser rojnamegeran ferz kir. Bi vê yekê têr nebû, yek bi yek dezgehên medyayê girt û medyaya xwe afirand. Niha medyayek yekdeng heye ! Medyayek hemî polîtîkayên hikûmetê piştrast dike, hikûmetê pêş dixe û rastiyê vedişêre… Ez hemî xebatkarên çapemeniya azad ji bo helwesta wan pîroz dikim. Hikûmet bi pratîkî sûc dike da ku çapemeniya azad hedef bigire, lê hevkarên me yên rojnamevan di helwesta xwe de jî tawîzê nadin.
 
* Li dijî polîtîkayên şerê taybet divê rêxistin, komele û platformên jinan stratejiyeke çawa bişopînin ? 
 
Bê guman rêxistinên jinan hêzek mezin in ! Bê guman, eşkerekirina têkoşîna me pir girîng e ! Jin ji nêçîra pîrebokan a Serdema Navîn ve hedefên baviksalarî ne ! Jinên ku tên kuştin, tundiyê dibînin, tên paşguhkirin û keda wan tê îstismarkirin. Ev jin jî nîvê vê civakê pêk tînin û hêza me ji ya ku xuya dike pir mezintir e ! Bi rêxistinkirin, bi yekîtiyê, em ê hegemonya ku li ser me tê ferzkirin bişkînin ! Ez bawer dikim hewce û girîng e ku em bêtir bi hev re li berxwe bidin, em gavê paşde neavêjin. Em hevdu hembêz bikin da ku em hêzê ji hev bistînin.
 
Jêderk: Azadiya Welat