HRANA: Di 24 saetan de 12 sivîl hatin kuştin

  • 11:22 25 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di êrişan de 12 kes hatin kuştin, 37 jî birîndar bûn.
 
Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) bîlançoya 24 saetên dawî ya şerê Îsraîl-Îran û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) eşkere kir.
 
Li gorî vê, li 10 bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê nêzî 108 êriş pêk hatin. 21 navendên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, depoyên neft û jêrxana eneriya atomî hatin bombekirin.
 
Her wiha hatiye diyarkirin ku di encama van êrişan de 12 kesî jiyana xwe ji dest dane 37 kes jî birîndar bûne. Herî zêde jî êriş li Esfehan, Xuzistan, Fars, Tehran û Tewrêz pêk hatine.
 
Li gorî daneyên nefermî, ji dema despêkirina şerê navbera DYE-Îsraîl û Îranê de heta doh hezar û 455 kes hatin kuştin. Ji vê hejmarê 217 jê zarokên temenê wan di bin 18 salî de bûne.