SOHR: Di nav hefteyekê de 30 kes mirin

  • 11:25 28 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR’ê ragihand ku di nava hefteyekê de 30 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ev rewş nîşan dide ku li qadê di kontrolkirina çekên ku li kolan û malan dibin sedema mirinan de, lawazî hene.
 
Li herêmên cûda yên Sûriyeyê rêjeya tundiyê zêde dibe. Mirin êdî tenê di çeperên şer de sînordar nîne, bi rêya sûcan, pevçûnên bi çek ên eşîran û bûyerên ku pergala civakê têk dide, belavî jiyana rojane dibe. Her wiha teqînên bermahiyên şer ên dubare dibin, gefê li jiyana zarok û sivîlan dixwe.   
 
Li gel domandina xirabbûna di ewlehiyê de, bi serdestiya kaosê û li gelek bajaran berfirehbûna bandora şer re, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di hefteya dawî ya meha Adarê de û di asta tundiya xwecihî û pevçûnan de zêdebûn belge kir.
 
Mirina 14 kesan ji ber sûcan, di serê lîsteyê de cih girt. 7 kes ji ber bermahiyên şer mirin. Her wiha di pevçûnên di nava malê û bûyerên guleberdana rasterast de 9 kes hatin kuştin. Bi vî awayî di nava hefteyekê de bi giştî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, gihîştiye 30’an. Ev rewş wek nîşaneyek nû derbarê kûrahiya valatiya ewlehiyê ya li welat serwer e tê nirxandin.
 
Di navbera 20 û 26’ê Adarê de, li Sûriyeyê rêjeya tundiyê bi awayek berbiçav zêde bûye. Di vê pêvajoyê de di encama gule, pevçûnên di nava malê de, sûcên edlî û bermahiyên şer û bûyerên mezhebî de, jin jî di nav de gelek sivîl mirine.
 
SOHR’ê da zanîn ku ev bîlançoya bi xwîn ya aydî hefteya dawî ya Adarê, kûrahiya hilweşîna civakî û ewlehiyê ya li Sûriyeyê radixe ber çavan. Sivîl êdî di nava hûrgiliyên rojane de bi mirinê re rûbirû dimînin. Ev windahî, tabloyek bi xeter ku gefê li aramiya civakê dixwin nîşan dide û kontrolkirina çekan, ji bo kêmkirina kaosê hewldanek kolektîf tengav dike. Nebûna astengkirinê û belavbûna tundiyê, zivrîneka windahiyên li pey hev zêde dike. Ji ber vê parastina sivîlan, ji bo sekinandina vê rageşiyê û vekirina rêya li ber qonaxek ewletir û kêmtir bê êş, ji bo Sûriyeyiyan wek gavek girîng tê dîtin.
 
SOHR’ê bang li civaka navneteweyî û aliyên peywendîdar kir ku ji bo parastina sivîlên Sûriyelê, kontrolkirina belavbûna çekan û paqijkirina bermahiyên şer ên ku gefê li jiyana mirovanê bê guneh dixwin, gavên cidî bavêjin.