Hejmara 161'ê ya Kovara Jinê derket

  • 11:00 29 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 161'ê a kovara Jinê bi berga “Nedîtina keda me û newekheviya civakî” hat weşandin.
 
Hejmara 161’an a kovara Jinê ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin, vê hefteyê bi berga “Nedîtina keda me û newekheviya civakî” hat weşandin.  
 
Di hejmara nû de bal hat kişandin ser keda jinan a nayê dîtin, pozîsyona wan a di nava civakê de û newekheviyên tên kirin.
 
Hemû sernavên di hejmara nû de ev in:
 
*Qurbaniyên ewil ên milkiyetê, kirdeya azadiyê jin / Dîlan Yildiz
 
*Keda nayê dîtin, kedxwariya hatiye rewakirin: Çîroka keda jinê / Rojbîn Kezîban Barût
 
*Xeta asoyê ya femînîzmê: Keda nayê dîtin / Burçak Sel
 
*Jin û zarokbûna di serdema cinawiran de / Gulîzer Îpek
 
*Rastiya me ya di rûpeleke salnameyê de: Nîşeya Garîbeyê ya ji dîrokê re / Meryem Agar