Malbata Havîn Aşkan: Em edaletê dixwazin
- 09:05 31 Adar 2026
- Rojane
ÎZMÎR - Birayê Havîn Aşkan ya bi guman jiyana xwe ji dest da, Bedîrhan Aşkan wiha got: “Çima mirina xwişka min bi guman nehat dîtin û lêpirsînên pêwist nehatin kirin? Çima gumanbar Îbrahîm Tektaş nehat girtin. Heta ku gumanbar neyê girtin û cezakirin wê têkoşîna me bidome.”
Li navçeya Bornova ya Îzmîrê di 24’ê Kanûna 2024’an de Havîn Aşkan li mala xwe bi guman jiyana xwe ji dest da. Çawîşê pispor Îbrahîm Tektaş ku bi Havîn Aşkan re zewicandî bû, di dîroka ku bûyer hat jiyîn de li malbatê geriya û îdia kir ku Havîn Aşkan întîxar kiriye. Malbata Havîn Aşkan û parêzerên wan der barê mirina biguman de ji sûcdariya ‘ji qestî kes kuştin’ der barê Îbrahîm Tektaş de serlêdana sûc kirin. Di dosyaya ku demek dirêj bû pêşketin tunebû, rojên borî de pêşketinek nû hat jiyîn. Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê der barê Îbrahîm Tektaş de ji sûcê ‘ ji qestî hevjîn kuştin’ îdianame amade kir.
Îdianame ji aliyê 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyaya Îzmîrê ve hat qebûlkirin. Daxwaza parêzerên malbatê ya der barê ku Îbrahîn Tektaş de bê girtin hat redkirin. Der barê Îbrahîm Tektaş de biryara hefteyê carê li qerekolê îmze avêtin û tedbîra kontrola edlî ya ji bo derneketina derveyê welat hat dayîn.
Birayê Havîn Aşkan, Bedîrhan Aşkan der barê mijarê de axivî û got der barê gumanbar Îbrahîm Tektaş de dema wê de lêpirsîn nehatiye destpêkirin û ev derengmayîn pêşî li rastiyan digire.
‘Em edaletê dixwazin’
Bedîrhan Aşkan da zanîn ku ew ji bo Havîn Aşkan edaletê dixwazin û wiha got: “Ev mirin cinayet e. Ji 24’ê Kanûna 2024’an heta niha em hewl didin bûyerê ronî bikin. Ji ber vê bûyerê em pir xemgînin. Ligel êşa me hêrsa me jî mezin e. Yên xwişka me ji me girtin, derewa ‘întîxar kir’ avêtin holê û hewl dan serê bûyerê bigirin. Xwişka me ji jiyanê hez dikir. Ne miroveke ku întîxar bike bû. Em ji serî de dibêjin ku ev cinayet e. Delîlên hatine komkirin êdî me piştrast dike. Ez dipirsim; di nava neynûk û li ser laçika xwişka min DNA’ya Îbrahîm Tektaş heye. Gelo çima hîna delîl kêm tên dîtin? Her tişt li holê ye, gelo çima gumanbar nayê girtin. Mirina xwişka min ji destpêkê de bi guman bû. Lê tu binçavkirinek tunebû. Gumanbar bi cenazeyê re bi rehetî hat Wanê. Lê tu lêpirsînek nehat kirin.”
Gazî hevpîşeyên wî kirin
Bedîrhan Aşkan ev tişt anî ziman: “Çima biryara nepeniyê anîn ser dosyayê. We çi ji me veşart? Niha biryara nepenyê rabû, em dinêrin dosyayê de tiştek tuneye. Vala ye. Dema bûyerê de gumanbar beriya dozgeriyê gazî hevpîşeyên xwe dike. Ji bo reşkirina delîlan ev nehatiye kirin gelo? Roja bûyerê lêpirsîn û lêkolîn nehatin kirin. Êşa xwişka min hîna di dilê me de ye. Heta edalet pêk neyê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bêdeng nemînin. Heta gumanbar neyê cezakirin em ê têbikoşin.”







