TJA: Werin em di 19'ê Nîsanê de li Gemlîkê bicivin
- 14:28 8 Nîsan 2026
- Rojane
STENBOL - TJA'yê derbarê meşa xwe ya ku dê di 19'ê Nîsanê de li Gemlîkê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bîne daxuyanî da û wiha hate gotin: “Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo roja 19ê Nîsanê li Gemlikê bin. Werin em li Gemlîkê bicivin.”
Tevgeran Jinên Azad (TJA) derbarê meşa xwe ya dê di 19ê Nîsanê de li Navçeyê Gemlîka Bursayê ji bo azadiya fizîkîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar bixe, li avahiya HDKê ya Beyogluyê daxuyanî da. Li vir pankarta “Niha dema azadiya Rêber Apo ye, niha dema jinan e” hate vekirin. Aktivîstên TJA'yê, nûnerên DEM Partî û DBP, saziyên jinan û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê aktivîsta TJA'yê Ayşe Aksoy ve hate xwendin.
‘Azadiya Rêbertî dê rêya aştî û demokrasiyê jî veke’
Ayşe Aksoy anî ziman ku îro li dijî modernîteya kapîtalîst bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” têkoşîna jinan li her deverê belav bûye û wiha got: “Rojhilata Navîn şer berdewam dike, gel bênasname tên hiştin. Li dijî van em jin rêya çareseriyê pradîgmaya modernîteya demokratîk dibînin. Ev jî encax bi civakbûyînê dê pêk were. Pratîkbûyîna pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ encax bi azadbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan mimkûn e. Em jin bawer in ku bi pêkahatina azadiya Rêbertî dê rêya aştî û demokrasiyê jî veke. Ji kargehên Marmarayê û heta axa Mezopotamyayê tevahî civak ji aştiyê re tî bûye. Rêya aştiyê li Îmraliyê ye di azadiya birêz Abdullah Ocalan de derbas dibe. Azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo me ne daxwaz e, mecbûriyeta înşakirina jiyanek demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan e.”
‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’
Ayşe Aksoy destnîşan kir ku weke TJAyê meşa azadiyê ya ku 4'ê Nîsanê hate destpêkirin silav dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê bi dirûşmeya ‘Dem dema azadiyê jinan û azadiya Rêber Apo ye’ di 19'ê Nîsanê de li navçeya Gemlîk e ya Bursayê bin. Dema jinan dema hatina cem Rêbertî ye. Çareserkirina pirsgirêka Kurd bi parçekirina diwarên Îmraliyê dê pêk were. Em jinên ku li herêma Marmarayê dijîn, heval, sosyalîst, femînist, Dayikên Aştiyê û tevgerên jinan ji bo dengderxistina aştiyê vedixwînin têkoşînê. Ji bo xwedî li vîna xwe derkevin û azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan qîr bikin em ê di 19ê Nîsanê saet 13:00an de li Gemlîkê werin cem hev. Dê azadî û jin serbikevin. Jin Jiyan Azadî.”
Piştî xwendina metnê daxuyanî bi dawî bû.







