Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Divê Betul Alluş bê berdan
- 18:47 13 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê balkişnad ser bûyerên revandin û desteserkirina jinan a li Sûriyeyê û got: “Divê Betul Suleyman Alluş demildest radestê malbata wê bê kirin.”
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) der barê revandina jin û zarokan a li Sûriyeyê de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hejmara revandin û desteserkirina jinan zêde dibe.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:” Li herêmên bin kontrola yekîneyên ewlehiyê de ji nişikave windabûna jinan û piştî demekê bi cil û bergên cuda derketina holê ne tesadufe. Bi gotinên ‘zewac’ û ‘hidayetê’ sûcên li hember jinan ji aliyê rejîma HTŞ’ê ve tên veşartin.
Dîl tê girtin
Revandina xwendekara Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Tişrînê Betul Alluş ya 21 salî jî mînaka herî şênbere. Betul li Lazkiyê bi zor tê revandin û ev bi îfadeyên şahidan hatiye dîtin. Li ser banga malbatê ji telefona Betul peyam diçin ji malbatê re. Bi van peyaman dixwazin malbatê bêdeng bikin. Li gorî agahiyên malbatê dane Betul Suleyman Alluş li Cebleyê li dibistanek keçan dîl girtiye. Li Rojava li hember jinan sûc tên kirin. Wek du h îro jî em ê li dijî êrîşên çeteyan bêdeng nemînin.Em bang li hemû rêxistinên maf û jinan dikin. Divê demildest Betul Alluş bê berdan û radestê malbatê bê kirin.”







