Zîlan li Rojavayê Kurdistanê hate bibîranîn

  • 15:15 30 Hezîran 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) li bajarên Dêrik, Girkê Legê û Til Temirê yên Rojavayê Kurdistanê hate bîranîn.
 
Kongra Star bi wesîleya salvegera 30‘emîn a şehadeta Zîlan (Zeynep Kinaci) çalakiyên bîranînê li Dêrik, Girkê Legê û Til Temirê lidar xistin. 
 
Dêrik: Çalakiya bîranînê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya bajarê Dêrikê bi amadebûna bi dehan kesî hat lidarxistin.
 
Piştî rêzgirtinê ji rêveberên Kongra Star Arjîn Amed li ser jiyan û têkoşîna şehîd Zîlan axivî û got: "Bi hezaran jin rêya şehîd Zîlan şopandin. Şehîd Zîlan ji bo pirsgirêka jin û pirsgirêka Kurd jiyana xwe feda kir û li hemberî sîstemên dagirker sekinî. Ji bo jin azad bibin divê em hîn zêdetir bixebitin û tê bikoşin."
 
Girkê Legê: Kongra Star li hola avahiya Sendîkaya Karkeran a bajarokê Rimêlan civînek lidar xist. Bi dehan xebatkarên saziyên sivîl û şêniyên Rimêlan tev li civînê bûn.
 
Ji rêveberên Kongra Star Rûken Hesen di civînê de behsa çalakiya şehîd Zîlan kir û got: "Çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan di dîroka Kurdistanê de gelekî girîng e. Divê em têkoşîna şehîd Zîlan û hemû şehîdan bidomînin."
 
Di dawiya civînê de sînevizyon li ser nirxandinên Rêber Apo yên der barê çalakiya şehîd Zîlan de hat pêşandan.
 
Til Temir: Kongra Star li avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temir çalakiya bîranîna şehîd Zîlan bi rêxistin kir.
 
Di çalakiyê de endama rêveber a  Kongra Star Peyman Efrîn axivî. Di axaftina xwe de behsa têkoşîn û jiyana şehîd Zîlan kir. Her wiha Peyman Efrîn naveroka nameya şehîd Zîlan vegot û behsa şert û mercên sala 1996'an kir.
 
Di dawiyê de sînevizyon li ser jiyana şehîd Zîlan hat temaşekirin.
 
Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) 10'ê Tebaxê sala 1972'yan li gundê Almalî yê girêdayî Melatiya jidayîk bûye. Fakûlteya zanista derûnî li zanîngeha Înono ya Melatiya xwendiye. Sala 1994`an li bajarê Edena yê Tirkiyeyê dest bi xebatê dike û fermî sala 1995 tev li Tevgera Azadiyê bû û derbasî herêma Dêrsimê bû.
 
6'ê Gulana 1996'an li Şamê hewla hedefkirina Rêber Apo hate dayîn. Têkoşer Zîlan wekî bersiv li hemberî vê hewldanê di 30'yê Hezîrana 1996'an de çalakiyek fedaî pêk anî.