Cerdevan jinek qetil kir
- 16:30 2 Tîrmeh 2026
- Rojane
BEDLÎS - Li gundê Vêrvanê Omer Ozdemîrê cerdevan jina pê re zewicî Leyla Ozdemîr qetil kir.
Li gundê Vêrvan ê Bedlîsê Leyla Ozdemîr ji aliyê cerdevan Omer Ozdemîr ê pê re zewicî bi çekê hat qetilkirin. Li gor agahiyên bi dest ketin, cerdevan Ozdemîr duh Leyla Ozdemîrê qetil kiriye û çûye qereqolê teslîm bûye. Cenazeyê Leyla Ozdemîr ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê.
Piştî karên otopsiyê cenazeyê Leyla Ozdemîr li Sêrtê li gundê Binbatê hat definkirin.







