Ji bo 3 şaredariyên DEM Partiyê dema qeyûm hat dirêjkirin

  • 14:03 3 Tîrmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên DEM Partiyê yên ku hatine xespkirin, dema qeyim ji bo 2 mehan hate dirêjkirin.
 
Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya DEM Partiyê ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve 4’ê Mijdara 2024’an qeyim lê hate tayînkirin û li Şaredariya Êlih û Şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê dema qeyim careke din hate dirêjkirin.
 
Hevşaredar Ahmet Turk, Gulistan Sonuk û Mehmet Karayilan ên DEM Partiyî ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve bi rengekî demkî ji wezîfeyê hatibûn dûrkirin. Ev dem ji bo 2 mehên din jî hate dirêjkirin û biryar hate dayîn ku qeyimên heyî bidomin.