Fikarên derbarê darvekirina Mahbube Şabanî de zêde dibin
- 13:24 7 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku girtiya siyasî Mahbube Şabanî ya li Girtîgeha Vekilabadê ya li Meşhedê ya Îranê ye kirin karantînaya bê hincetek fermî, fikarên derbarê cezayê darvekirinê bê dayîn de, zêde kiriye.
Li Îranê her çend pêvajoyên dadwerî yên têkildarî dozên siyasî hîn jî di navenda rexneyên civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan de bin jî, girtiya siyasî Mahbube Şabanî ku li Girtîgeha Vekilabadê ya Meşhedê tê ragirtin, ji bo beşa karantînayê hatiye veguhestin. Karantînaya bê hincet, bû sedema fikarên nû.
Li gorî agahiyên hatine stendin, Mahbube Şabanî ya 30 salî beriya demekê bêyî hincetek fermî ji qawîşa xwe ya girtîgehê ji bo beşa karantînayê hatiye veguhestin. Çavkaniyên nêzî mijarê îdia dikin ku rayedarên girtîgehê di dema veguhestinê de jê re gotine ‘dibe ku tu bi cezayê darvekirinê re rûbirû bî. Her wiha hat diyarkirin ku dosyaya Mahbube Şabanî ji Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê re hatiye şandin.
Sûcdarî: Alîkarîdayîna xwepêşanderên birîndar
Li gorî îdianameyê, sûcê sereke yê li Mahbube Şabanî tê barkirin, di xwepêşandanên dawî de kesên ku birîndar bûbûn bi motorsîkleta xwe biriye navendên bijîşkî ye. Rayedarên dadwerî vê çalakiyê di çarçoveya ‘Xebatek destekdayîna endamên girêdayî Îsraîl, DYE û komên muxalîf’ de nirxandin.
Lê belê, çavkaniyên nêzîkî dozê diyar kirin ku Mahbube Şabanî tenê alîkariya bijîşkî daye kesên birîndar, lê tevî vê jî ev çalakî wek bingehek ji bo sûcdariyên ewlehiyê hatiye hesibandin. Di îdianameya destpêkê de sûcdariyên ‘muharebe’ (têkoşîna çekdarî li dijî dewletê) hene, lê belê ev sûcdarî ji îdeanemaya nihayî derxistine. Çavkanî diyar dikin ku li beramberî vê sûcên din ên di dosyayê de cih digrin dibe ku rê li ber cezayên giran û heta hikmê darvekirinê veke. Karantînaya ku Mahbube Şabanî tê de ye, van fikaran hîn zêdetir dike.
Doza Mahbube Şabanî ji bo domandina darizandinê sewqî Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê hatiye kirin. Tê payîn ku darizandin di rojên pêş de berdewam bike.







