Seroka Meclisa Jinan a DTSO'yê û hevrêya jinan: Nevîn Îl

  • 10:43 8 Tîrmeh 2026
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Ji Meclîsa Jinan a DTSO'yê Sevîm Vural, derbarê têkoşîna Nevin İl a ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da de wiha got: "Wê bi dil û can bawerî bi têkoşîna jinan dianî; hêza xwe ji vê yekê digirt. Xuşka Nevin welatparêzeke rastîn bû. Jiyana wê bi têkoşîna ji bo wan nirxên ku baweriya xwe pê dianî, dihat pênasekirin. Divê jin vê têkoşînê bidomînin û pêşve bibin. Nevîn  ji bo me û ji bo vî bajêrî windahiyeke mezin e. Em ê gelekî bêriya wê bikin."
 
Seroka Meclîsa Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Nevîn Îl, di 6'ê Hezîranê de li nexweşxaneyeke Stenbolê ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Duh, ew li Amedê hate veşartin û li ser milên jinan ber bi cihê xwe yê dawî ve hate birin.  Hevkareke Nevîn Îl a ji Meclîsa Jinan a DTSO'yê Sevîm Vural ku ew 20 sal bûn bi wê re xebitiye, behsa Nevin İl û têkoşîna wê kir.
 
Têkoşîna Nevinê...
 
Di sala 2022an de, Nevin İl di li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO)  bû yekem jina ku wekî Seroka Meclîsê hate hilbijartin. Wê bi pêşengiya damezrandina yekem Meclîsa Jinan a DTSO'yê ku armanca wê xwegîhandîna zêdtir jinan û xurtkirina piştevaniya di navbera wan de bû, dîrok nivîsand. Di sala 2011an de, wê Komeleya Karsazên Jin ên Rojhilat û Başûrê Rojhilat (DOGÜNKAD) ava kir. Ligel erkên xwe yên li DTSOyê, ew beşdarî gelek însiyatîfên cuda bû ji bo ku keda jinan were dîtin û di rêxistinên wekî Lijneya Karsazên Jin a TOBB'ê ya Amedê de rolek çalak girt ser milên xwe. Nevin İl ku hinek kes wekî "Xwişka Nevin" û hinekên din jî wekî hevrê an hevkar nas dikirin, bi salan ji bo ked û azadiya jinan têkoşiya; niha, têkoşîna wê dê li ser milên jinên din mezin bibe û bidome.
 
'Ew welatparêzek rastîn bû'
 
Sevim Vural got, " Ez 20 salan bi Xuşka Nevîn  re xebitîm; Min gelek Ez gelek tişt jê fêr bûm. Em di rêxistinên jinan de bi hev re xebitîn ku balê dikişînin ser aboriyê.  Xuşka Nevîn şervanek bû. Wê qet dest ji bidestxistina armancên xwe berneda û pir bi hêz bû. Wê helwesteke siyasî  hebû û bi kûrahî baweriya xwe bi têkoşîna jinan anî; wê hêza xwe ji wir digirt. Ji ber vê yekê ew ji bo gelek jinan bû çavkaniya hêzê û heyraniya wan bi dest xist. Wê her tiştê ku ji destê wê dihat kir da ku jin hem ji hêla aborî ve û hem jî ji hêla civakî ve bêtir xuya bibin û bi hêz bibin. Bi helwesta xwe ya dilnizm, wê dest da jiyana gelek jinan û rê li ber wan vekir. Paşxaneya taybetî ya jinekê ji bo wê ne girîng bû; rastiya ku ew jin bû bes bû. Ger jinek bi pirsgirêkek re rû bi rû bûya, Nevin  dê her tiştî bikira da ku wê çareser bike. Ew welatparêzek rastîn bû. Wê wekhevî, jiyana hevbeş û mafên Kurdan parast. Jiyana wê bi têkoşîna ji bo baweriya wê heta dawî berdewam kir û baweriyên wê hêza li pişt têkoşîna wê bûn." 
 
"Em ê têkoşîna wê bidomîn'
 
Sevim Vural behsa  têkoşîna ku wan bi hev re meşandine kir û got, "Em cara yekem di sala 2011'an de bi hev re li ser damezrandina Komeleya Jinên Karsaz ên Rojhilat û Başûrê Rojhilat xebitîn. Ji wê demê ve, me di gelek rêxistinên civaka sivîl de hevkarî kir. Em bi hev re xebitîn da ku Konseya Jinên Karsaz li Odeya Bazirganiyê ava bikin. Em di Meclisa Jinên Karsaz a DTSO'yê bi hev re xebitîn Xwişka Nevîn her gav xwedî nêrînek pir erênî bû. Wê qet hêviya xwe ji bo pêşerojê winda nekir. Ew di heman demê de parêzvanek dilsoz a yekîtiya Kurdan a di derbarê pêvajoya aştiyê de bû. Nevîn Îl xwedî sekneke Kurdistanî bû. Divê keda wê neyê jibîrkirin û li xwedî bê derketin. Doza ku wê jê re pêşengî dikir divê bê parastin. Ji ber vê yekê, girîng e ku jin vê têkoşînê zindî bihêlin û bidomînin."
 
'Windahiyek mezin e em ê pir bêriya wê bikin'
 
Sevim Vural bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber ku Xuşka Nevîn qet hêviya xwe winda nekir, wê qet daxuyaniyên ku wekî wesiyeteke dawîn xuya dikirin neda. Ew şervanek bû ku qet dev ji têkoşîna xwe berneda. Ew qet li çûyînê nefikirî û ez bawer dikim ku ji ber ew li ser çûyînê nefikirî, wê ji bo wê amadekarî nekir; ew her gav dixebitî. Nevin Abla demek dirêj bû ku bi nexweşiyê re têkoşîn dîda, lê nexweşiya wê qet li pêşiya karê wê nebû asteng; wê tenê dema ku bi tevahî pêdivî bû bîhna xwe vedida. Lê wê di her firsendê de hewl dida ku careke din tevli xebatan bibe.  Her gava ku me li ser rewşên di derbarê jiyana xwe an karê xwe de gilî dikir, wê her gav nêzîkatiyek  û gotinek  pêşkêş dikir ku hêvî, piştgirî, hêz û motîvasyonê diafirîne. Bi kurtasî, Xuşka Nevîn jinek pir bihêz bû; ew pir bi qîmet bû. Koça dawî ya wê ji bo me û ji bo vî bajarî windahiyek mezin e. Em ê pir bêriya wê bikin û dê demên ku em pir hewcedarê wê bin hebin."