Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

  • 11:04 15 Tîrmeh 2026
  • Ramyarî
ENQERE - Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan civiya. Hat zanîn ku di civînê de dê rewşa dawî ya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, amadekariyên kongreyê û plansaziya xebatên 15 rojan be nîqaşkirin.
 
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, li Navenda Giştî ya DEM Partiyê ya li Enqereyê civiya. Hat zanîn ku dê di civînê de geşedanên dawî yên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, rewşa pêvajoya siyasî, amadekariyên kongreyê û konferansên bên li darxistin, civîna Meclisa Partiyê (PM) ku di nava hefteyê de pêk hat û plansaziya 15 rojan dê be nirxandin û nîqaşkirin.
 
Tê payîn ku dê Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan piştî civînê derbarê biryar û plansaziyan daxuyanî bide.