Nadiya Heso: Kobanê li berxwe da û bi ser ket
- 09:04 19 Tîrmeh 2026
- Rojane
Jiyan Gencan
KOBANÊ - Berdevka Kongra Star a Kobanê Nadiya Heso li ser Şoreşa Rojava, diyar kir ku Kobanê li berxwe da û bi ser ket û wiha axivî: “Dijmin dixwast di şexsê Kobanê de gelê kurd tune bike. DAÎŞ’ê êrişî Kobanê kir lê me bi rihê azadiyê şer kir û li berxwe da, niha jî ji bo em destkeftiyên şoreşê biparêzin em têkoşînê dikin.”
Berdevka Kongra Star a Şêran ya Kobanê Nadiya Heso li ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê û destkeftiyên ku jinan bi berdelên giranbuha bi dest xistine ji ajansa me re nirxandin kir. Nadiya Heso di destpêka nirxandinên xwe de diyar kir ku çirûska yekem ya Şoreşa Rojava bajarê Kobanê bû û êrîşên gelek giran li ser Kobanê hatin kirin.
Nadiya Heso da zanîn ku bi pêşengiya jinan Kobanê hatiye rizgarkirin û wiha got:" Şoreşa 19'ê Tîrmehê çirûska azadiyê ye û li Kobanê dest pê kir. Kobanê bi êrîşek hovane re rû bi rû ma, gelê Kobanê koçber bûn. Bi taybetî DAÎŞ’ê çima êrîşek wiha anî ser Kobanê divê em bizanin, çima taybet bajarê Kobanê bû qada şerekî giran divê baş bê zanîn. Ji ber ku Kobanê fikir û felsefeya Rêber Apo tê de bû, Kobanê ji bo gelê kurd hemû jî girîng e. Dijmin dixwast di Kobanê de gelê kurd tune bike. DAÎŞ dema derket berê xwe da Kobanê û bi taybetî dewleta Tirk ya dagirker piştgiriya DAÎŞ’ê kir da ku DAÎŞ êrîşî Kobanê bike. Me bi rihê azadiyê bi nasnameya xwe li Kobanê li berxwe da ji ber wê Kobanê neket. “
'Kobanê li berxwe da û bi ser ket'
Nadiya Heso anî ziman ku bi saya gerîlayên azadiyê Kobanê bi ser ket û wiha anî ziman: “ Kobanê bi şervanên xwe û bi saya gerîlayê azadiyê li berxweda û bi ser ket. Her wiha ciwanên Kurdistanê jî bere xwe dan Kobanê û şer kirin. Jinên kurd pêşengtiya şer kirin. Şehîd Arîn Mîrkan dema dît ku Kobanê di nava dorpêçê de maye û xeteri zêde bibû di nava dijmin de çalakiya fedaî kir, ew bi çalakiya xwe bû moral û berxwedan mezintir kir. Di şoreşê de jin bûn pêşengên şer, têkoşîn û pêşengê jiyanê. Yên ku gelê kurd ji qirkirinê xilas kir, hebûna gelê kurd li cîhanê da nasîn nav û berxwedana Kobanê bû. Kobanê her çar perçeyê Kurdistanê kir yek, rihê yekitiyê ji bo parastina Kobanê derket holê."
'Jinên kurd li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê şer kirin'
Nadiya Heso diyar kir ku Kongra Star ji bo jinan gelek destkeftiyên mezin bi dest xistin û wiha nirxand: “Kongra Star bi xebatên xwe destkeftiyên gelek giranbuha bi dest xistiye. Di nava civakek ku jin tune hatibû hesibandin hemû mafên jinan ji bo hemû jinên Sûriyeyê bidest xist. Jinên kurd bûn pêşengên parastina jinan ên di nava Sûriyeyê de. Jinan bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe nas kirin, nasnameya xwe bi dest xistin. Kongra Star jî bû pêşenga jinan. Jinên kurd li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê şer kirin û xwe bi rêxistin kirin. Jinan ji bo parastina xwe têkoşînek mezin dan meşandin. Bi pêşengtiya jinan pergala hevserokatiyê hat avakirin. Jinan sazî û dezgehên xwe di nava bajaran de di bin sîwana Kongra Star de ava kirin. Jinan qanûn derxistin, mafê xwe û zarokên xwe parastin. Heya roja îro jî têkoşînê dide meşandin.”
'Em ê têkoşîna xwe dewam bikin'
Nadiya Heso anî ziman ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê hebûna jinan qebûl nake, lê wê ew jî li hemberî wê zîhniyeta paşverû têkoşîna xwe dewam bikin û got: “ Zîhniyeta Hikûmeta Demkî ya Şamê zîhniyeta zilamê serdest e, hişmendiya wan tu carî jinê qebûl nake. Niha entegrasyona demokratîk em dixwazin ku ava bikin û ji bo wê têkoşînek mezin em didin meşandin. Jinên li Rojavayê Kurdistanê wê zîhniyetê qebûl nakin û her tim li ser lingan e. 14 sal in em bi pergalek demokratîk ku pêşengê wê jin in tê meşandin. Em mafên xwe yên bingehîn diparêzin. Hikûmeta Demkî ya Şamê xwe wekî rizgarvanê Sûriyeyê dibîne, lê zîhniyeta wan a jinan qebûl nake û hebûna me tune dihesibîne li pêşberî me heye. Hemû cîhan bû şahidê ku YPJ li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir, têkoşîn da meşandin û hemû cîhan ji taritiyê xilas kir. Ew têkoşîna ku hat meşandin ne tenê ji bo jinên kurd bû, ji bo hemû civaka me û hemû jinên Sûriyeyê û cîhanê bû. Eger îro hikûmeta Şamê me qebûl nake em dizanin ku bi kîjan zihniyete nêzî me dibe. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin û em bi israr in ku guhertinê ava bikin, ji ber em dizanin yên pêşberî me kî ne û çi ne. Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”
'Divê li hember êrişan em têkoşîneke mezin bidin'
Nadiya Heso di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku êrîşek mezin li ser Şoreşa Rojava heye û divê gelê kurd hişyar be û destkeftiyên şoreşê biparêzin û wiha got: “ Di demên dawî de êrîşên giran li ser şoreşa me hatin, bi gelek şêwazan dixwazin ku Şoreşa Rojava lawaz bikin. Divê jin di her milî de bizane ku hêza me tenê em in. Ji bo civakek aram û pêşerojek azad divê em hîn zêde xwe bi rêxistin bikin. Divê em nekevin xefika dijminê xwe. Li hemberî Şoreşa Rojava êrîşek mezin heye. Divê li hemebrî êrîşan em xwe rêxistin bikin û têkoşînek mezin bidin meşandin.”







