MKG: Em 20 sal in li ser şopa Ayfer Serçe ne

  • 09:37 19 Tîrmeh 2026
  • Rojane
AMED - MKG'ê têkildarî salvegera qetilkirina rojnameger Ayfer Serçe (Şîlan Aras) diyar kir ku ew 20 sal in li ser şopa Ayfer Serçe ne û got:"
 
Em Ayfer Serçe, ku dema di pîşeya xwe de li pey rastiyê digeriya, jiyana xwe ji dest da, bi rêzdarî, hesret û bi biryardariyeke bêdawî ya di têkoşîna xwe de bi bîr tînin."
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamayê (MKG) têkildarî salvegera qetilkirina rojnameger Ayfer Serçe (Şîlan Aras) a ji aliyê rejîma Îranê ve daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ew ê têkoşîna Ayfer Serçe ya ji bo rastiyê bidomînin û mîrata wê berfireh bikin.
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Em 20 sal in li ser şopa Ayfer Serçe ne
 
20 sal di ser kuştina rojnamevan Ayfer Serçe (Şîlan Aras), a yek ji jinên pêşeng ên çapemeniya azad a li Îranê, re derbas bûn. Em Ayfer Serçe, ku dema di pîşeya xwe de li pey rastiyê digeriya, jiyana xwe ji dest da, bi rêzdarî, hesret û bi biryardariyeke bêdawî ya di têkoşîna xwe de bi bîr tînin.
 
Ayfer Serçe rojnamegeriyê ne tenê wek pîşeyek, lê wek rêyek ji bo ku bibe dengê gel, jinan û yên nedîtî, didît. Ew li Îranê hate kuştin, li wir lêkolîn dikir da ku jiyana jinan ronî bike, şîdeta ku ew dikişînin û newekheviyên civakî derxe holê. Tevî ku 20 sal derbas bûne jî, lêpirsînek bi bandor û zelal li ser kuştina wê nehatiye kirin û her wiha tu agahî li ser cihê cenazeyê wê nehatiye eşkerekirin. Cenazeyê Ayfer Serçe hîn jî nedane malbata wê.
 
Di seranserê rojnamegeriya xwe de, Ayfer Serçe armanc dikir ku çîrokên jinan eşkere bike. Wê li ser jiyana jinên Kurd li Ermenistanê lêkolîn kir, zilm û zordariya ku ew pê re rû bi rû dimînin, zewacên zarokan û newekheviya zayendî kir wekî belge. Paşê wê xebata xwe ya lêkolîna xwekuştinên jinan li Rojhilatê Kurdistanê domand. Wê dema ku li pey rastiyê digeriya jiyana xwe ji dest da.
 
Yek ji xeyalên herî mezin ên Ayfer Serçe avakirina ajanseke nûçeyan a bêhempa bû ku ji hêla jinan ve were birêvebirin. Îro, ev xewn bi saya hewldanên rojnamevanan mezin dibe. Îro jin di mecrayên rojnamegeriya jinê lê hatiye xurtkirin de, gotina xwe dikarin bikin, dikarin rojeva xwe diyar bikin. Ev mîrateya Ayfer Serçe ye. 
 
Têkoşîna Ayfer Serçe ne tenê di pratîka çêkirina nûçeyan de, lê di heman demê de di hewldanên rojnamegeran ên ji bo avakirina têgihîştinek alternatîf û azad a rojnamegeriyê ya li dijî medyaya ku ji hêla mêran ve serdest e de jî dijî. Îro, rojnamevan berdewam dikin ku berxwedan, têkoşîn û jiyana jinan di dîrokê de belge bikin, rêya ku wê vekiriye bişopînin.
 
Wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, em careke din tekez dikin ku em ê têkoşîna Ayfer Serçe ya ji bo rastiyê bidomînin û mîrata wê berfireh bikin."