DBP: Rojava, mîrasa têkoşînê ye

  • 10:26 19 Tîrmeh 2026
  • Rojane
 
AMED - DBP di salvegera şoreşa Rojava de daxuyaniyek nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di pêvajoya ku netew-dewletan bi netewperestî û mezhebperestiyê Rojhilata Navîn kirine qada xwîn û qeyranan, Rojava bi stratejiya ‘Rêya Sêyemîn’ ku netewa demokratîk esas digire, ji tevajiya herêmê re bûye nefes.
 
Partiya Heremên Demokratîk (DBP) di salvegera şoreşa Rojava de daxuyaniyek nivîskî parve kir.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew yek ji berxwedanên bêhempa ya dîroka mirovahiyê Şoreşa Rojava bi serbilindî û bi baweriyeke mezin silav dikin û wiha hat gotin: “Wek Partiya Herêmên Demokratîk; berî her tiştî em dildarên ku vê şoreşê afirandin, mezin kirin û parastin bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Bê guman a ku Şoreşa Rojava bê mînak dike, ne tenê destkeftiyên wê ne, di heman demê de taybetiyên wê yên afirîner ên karakterîstîk in. Bi taybet ‘Şoreşa Jinê’ ya ku îradeya jina azad kir afirînera şoreşê û ruhê enternasyonalîst ku gelên cîhanê di têkoşîna hevpar de anî cem hev, bû sedem ku di sedsala 21emîn de Rojava bibe yek ji tecrubeyên herî resen a şoreşên cîhanê.
 
Di pêvajoya ku netew-dewletan bi netewperestî û mezhebperestiyê Rojhilata Navîn kirine qada xwîn û qeyranan, Rojava bi stratejiya ‘Rêya Sêyemîn’ ku Netewa Demokratîk esas digire ji tevajiya herêmê re bû nefes. Bi paradîgmaya ‘jina azad, jiyana ekolojîk û civaka demokratîk’ ve ji bo tevî qeyranên Rojhilata Navîn tekane çarenûsa aştiyê pêşkeş dike.
 
Ji bo li Sûriyeyê çareseriyeke demokratîk û mayînde bikeve meriyetê, çarenûs encax bi naskirina statuya fermî û siyasî ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê mumkun e. Formuleke ku statuya Rojava nas neke, îradeya xwerêvebirina gelan tune hesab bike tu caran nikare aştiyê bike. Demokratîkbûyîna Sûriyeyê encax bi entegrasyoneke demokratîk ve li ser esasên zagonî bi parastina modela Rojava wê mumkun be. Di vî warî de parastina destkeftiyên Rojava; li dijî yekperestiyê piraniyê, li dijî teslîmîyetê parastina azadiyê û li dijî feraseta zilamperestiyê jî parastina azadiya jinan e.
 
Em nêzîkatiya li dijî Rojava wek kaxiza tûrnûsolê dibînin. Ên ku qala aştî, wekhevî, edalet û demokrasiyê dikin, dilsoziya wan bi nêzîkatiya Rojava şênber dibe. Divê neyê jibîrkirin ku dijberiya li dijî înkar, tecrîd û polîtîkayên êrîşkar, yek ji ji gavên herî bingehîn a sazkirina aştî û demokrasiya kurewî û herêmî ye. Ji ber vê yekê jî xwedîderketina destkeftiyên Rojava, xwedîderketina israra ya aştî û îradeya civaka demokratîk e.
 
Bi vê biryardariyê, di salvegera wê de em car din Şoreşa Rojava pîroz dikin, mîrasa têkoşîn û hêviya ku bi vê şoreşê ve afirî silav dikin.”