Cezayê girtîgeh, qamçî û sirgunê li du jinan hat birîn
- 11:53 21 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Neda Dedejanî û Setayeş Sarabî ku di xwepêşandanên meha Çileyê yên li Îranê de hatin girtin, mehkûmî 6 sal cezayê girtîgehê, 4 sal sirgûnkirina bajarê Nikşehr ê parêzgeha Sistan û Belûcistanê û 62 qamçî hatin kirin.
Du welatiyên Kurd ên ji bajarê Qorve, Neda Dedecanî û Setayeş (Behnoş) Sarabî ku di navbera kesên di xwepêşandanên Çileya borî de hatibûn girtin de ne, ji aliyê Dadgeha Ceza ya 102’emîn a wî bajarî ve mehkumî cezayê qamçî û sirgûnê hatin kirin.
Cezayê sirgûn û qamçiyê dan herdu jinan
Li gorî nûçeyên hatine weşandin, hunermend û kûklabaz Neda Dedecanî ji aliyê şaxa yekem a Dadgeha Şoreşê ya Qorwe ve bi sûcê ‘têkdana aramiya giştî’ salek cezayê girtîgehê, 31 qamçiyê girt. Her wiha du sal sirgûnî bajarê Nikşehr ê parêzgeha Sistan û Belûcistanê û bi sûcê ‘bi armanca li dijî ewlehiya navxweyî kirina sûc kombûn û komplo avakirin’ 2 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Ji heman dozê, Setayeş (Behnoosh) Sarabî ji aliyê Dadgeha Ceza ya 102’emîn a Nikşehrê ve ji ber sûcê ‘têkdana aramiya giştî’ salek cezayê girtîgehê, 31 qamçî û du sal bi sirgûnê hat mehkûmkirin. Wekî din ji aliyê şaxa yekem a Dadgeha Şoreşê ya Qorveyê ve ji ber sûcê ‘Ji bo kirina sûcê li dijî ewlehiya navxweyî kombûn û avakirina komployê’ du sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Neda Dedejanî û Satayeş Sarabî ku di xwepêşandanên meha Çileyê yên li seranserê welat de hatibûn girtin, bi temamî 6 sal cezayê girtîgehê, 4 sal cezayê sirgûnê ji bo bajarê Nîkşehr ê parêzgeha Sistan û Belûcistanê û 62 qamçiyê li wan hat birîn.







