Li Geverê bîranîna ji bo pakrewanê azadiyê bi dawî bû

  • 18:16 27 Tebax 2026
  • Rojane
 
COLEMÊRG – Bîranîna şehîdên Geverê bi bernameyekê bi dawî bû.
 
Bi pêşengiya Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) a Colemêrgê bîranîna ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Eywana Dawet û Konferansê ya Çayir a li taxa Gungorê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê bernameya bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn di roja sêyemîn de bi beşdarbûna endamên Sekrateryaya Îmraliyê Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş, Dayîkên Aştiyê, parlementerên DEM Partiyê, Platforma Saziyên Demokratîk û bi tevlîbûna bi hezaran welatiyan berdewam kir. Gelê Geverê di saetên serê sibê de herikîn cîhê bîranîna şehîdan.
 
Di bîranîna şehîdan de mevlûd hat dayîn û dia hatin kirin. Gelek peyamên sersaxiyê yên ji Başûr, Rojava, Ewropa û hevalên di zindanan de hatin xwendin. Her wiha Platforma Saziyên Demokratîk, parlementer û Dayîkên Aştiyê yên Wanê jî bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” tev li bîranînê bûn.
 
‘Ez ser bilind im’
 
Di bîranînê de ewilî bavê şehîd Rojbîn Akdogan (Awesta Raperîn) û Derya Akdogan (Arîn Gever) Haci Akdogan axsivî û got: “Em bi wan ser bilind in. Em dê heta dawiyê xevn û xeyalên ku pişt xwe hêlandî bi cîh bînin. Li Rojava, Başûr û Bakur em ê teqez hesabê wan xayîn û xwefiroşan ku pê xwîna zarokên me lîstine bipirsin. Serê Rêber Apo û gelê Kurd sax be.”
 
‘Gelê Kurd xwedî li şehîdên xwe derket’
 
Dû re rêvebera MEBYA-DERê ya Wanê Mevlûde Azan mafê axaftinê girt û sersaxî ji malbatên şehîdan xwest. Mewlûde Azan diyar kir ku êşa wan gelek giran û kur e lê li her derê Kurdistanê gelê Kurd bi girseyî li şehîdên xwe xwedî derketin û ew bi bîr anîn.
 
‘Li her derê Kurdistanê têkoşîn kirin’
 
Piştre Parlementera DEM Partiyê yê Şirnexê Newroz Uysal anî ziman ku herêma Geverê ji Çiyayên Zagrosan, Cîloyan, Govendê heta Çiyayê Simbil xwedî seknek, çandek, dîrokek û heybetek bêhempa ye. Nevroz Uysal Aslan diyar kir ku ev ciwanên cangorî li Geverê hatin dinê, lê li Botanê, Wanê, Amedê, Xakurkê, Metînayê, Zapê, Şengalê bi hewara gelê xwe çûne û ev tişt anî ziman: “Ev ciwan li her derê Kurdistanê bûn. Peywîra me ev e ku têkoşîna wan em hildin ser milê xwe û armanca wan pêk bînin. Em dê pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye despêkirin, bi armanc û hêviya van şêhîdan, li gorî layiqbûna van cangoriyan bi rê ve bibin.”
 
‘Şehîd neketin li pey berjewendiyên şexsî’
 
Endamê Sekreteryaya Îmraliyê Çetîn Arkaş jî di bîranînê de axivî û bal kişand ser pîvana jiyana şehîdan ku fêmkirina jiyana wan fêmkirina jiyana rasteqînî ye. Çetîn Arkaş di berdewamiya axaftina xwe wiha got: “Van şehîdan her demê pariyê biçûk dan xwe yên mezin dane gelê xwe. Kengî me jiyana wan li nav civaka xwe bi cîh kir vê çaxê em dibin şopdarê doza wan. Şehîdên me neketin li pey berjewendiyên şexsî, xwedî exlaq û bi sekin bûn. Wan îro em kirin bi mîlyonan. Kurd gelek caran rastî qirkirinan hatin û bi hezaran şehîd dan. Rêber Apo pêvajoyek da destpêkirin. Kurd dikare her dem û wext li ber xwe bide lê em naxwazin êdî şer bikin. Em dixwazin bi wekvehî û aştiyê li Kurdistanê bijîn.”
 
Bernameya bîranîna şehîdan a ev 3 roj bûn berdewam dikir, bi nîşandana sînevîzyona derbarê jiyana şehîdan ve bi dawî bû.