Le Monde: Merasîmên bîranînê nîşaneya pêvajoya nû ne

  • 10:06 31 Tebax 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Le Monde ya Fransayê, lidarxistina bîranînên şehîdan li qadên cemaweriyê weke yek ji nîşaneyên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li qada civakî nirxand.
 
Yek ji rojnameyên sereke yên Fransayê Le Monde li ser bîranîn û taziyeyên rojên dawî ên li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo gerîlayên PKK'ê yên şehîd hatin lidarxistin nûçeyeke berfireh weşand.
 
Di hevpeyvînê de ya bi îmzeya Céline Pierre-Magnani hate ragihandin ku piştî eşkerekirina nasnameya nêzî 100 gerîlayan ên di salên derbasbûyî şehîd bûn, di serî de Amed, Wan û Stenbolê li gelek bajaran malbatan dest bi qebûlkirina taziyeyan kirin.
 
Le Mondeyê diyar kir ku taziye ne tenê ji bo hînbûna aqûbeta piştî bi salan di heman demê de ji bo nîşandana bandora Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li qada civakî balkêş e.
 
'Berê ev dîmen nedihat qebûlkirin'
 
Rojnameyê di hevpeyvîna xwe de cihekî berfireh da taziyeya li navçeya Artnavûtkoy a Stenbolê ya ji bo Hakan Sasik hate lidarxistin. Hate ragihandin ku Sasik di sala 2014'an de tevlî nava PKK'ê bû, malbatê nêzî 12 salan nekarî agahî jê werbigirin, lê belê bi lîsteya hate eşkerekirin re hîn bû ku di 6'ê Cotmeha 2020'î de şehîd bûye.
 
Le Monde bal kişand ser wêneyên gerîla û posterên Rêber Apo yên li qada taziyeyê û diyar kir ku beriya çend salan nepêkan bû ku ev dîmen li Tirkiyeyê bi rengekî eşkere bê nîşandan. Rojnameyê destnîşan kir ku rayedarên Tirk beriya sê salan xwe li dîmenekî bi vî rengî ranedigirt.
 
Le Monde lidarxistina taziyeyan bi rengekî eşkere bi atmosfera siyasî re eleqedar kir ku di dawiya sala 2024'an de destpê kir û bi banga Rêber Apo re derbasî qonaxeke nû bû.
 
Rojnameyê diyar kir ku taziyeyên navborî ji bîranînan wêdetir veguherîne wan qadan encamên şerê bi salan ên li ser malbatan û civaka Kurd radixe pêş çavan.
 
Ji têkoşîna çekdarî ber bi têkoşîna siyasî
 
Le Monde taziye di nava nîqaşên siyasî yên berfireh ên dema nû de nirxand ku têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd destpê kir. Rojnameyê ragihand ku derbasbûna ji têkoşîna çekdarî ber bi têkoşîna siyasî ya demokratîk a bi banga Rêber Apo re ji bo tevgear Kurd bû bingeha demeke nû.
 
Di hevpeyvînê de rojnameyê cih da nirxandinên Nedîm Yilmaz ku 33 salan li girtîgehên Tirkiyeyê hate ragirtin. Her wiha axuyaniyên Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ên li ser pêvajoyê jî ragihand.
 
Le Monde'yê diyar kir ku ji bo DEM Partî û pêkhateyên din ên tevgera Kurd yek ji armancên bingehîn ê dema nû ew e ku têkoşîna ji bo mafên wekhev li ser zemîna siyaseta demokratîk û qanûnî bimeşîne.
 
Rojnameyê li gel vê yekê bal kişand ser rewşa azadiyên bingehîn û dewleta hiqûqê ya heyî ya li Tirkiyeyê û got, yek ji pirsên bingehîn ên dema nû ew e ku ev veguherîn wê bi ser bikeve yan na.