ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2026'AN

  • 09:00 8 Îlon 2026
  • Rojev
 
* Sekretera Jinan a Navendî ya Egîtîm Senê Sîmge Yardim, bal kişand ser demokratîkbûna perwerdê û got: "Demokratîkbûna perwerde bi 
demokratîkbûna civakê re girêdayî ye. Zemîna ku em li ser civakek demokratîk nîqaş dikin di heman demê de pêvajoyek e ku divê em li ser perwerdehiya demokratîk jî nîqaşan bikin." BI DÎMEN
 
*Akademîsyen Kumru Toktamiş diyar kir ku hevsengiyên guherbar ên li Rojhilata Navîn û hevkêşeya Sûriyeyê bi hevkariyê hebûna aktorên cûda yên Kurd li ser maseyê xurt kiriye û got ku tevgera Kurd bi afirandina derfetên xwe, xwe wekî aktorek diyarker li ser maseyê bi cih kiriye. 
DÎMEN HEYE 
 
*Siyasetmedar Medîne Orhan diyar kir di dema girtîbûna xwe de hişmendiya wê ya derbarê nasnameya Kurd û têkoşîna jinan de kûrtir bûye û wiha got: "Hebûna me hatiye naskirin; êdî dema jiyaneke bi hev re a demokratîk e." DÎMEN HEYE
 
*Sevda Çelîk Ozbîngol bal kişand ser astengiyên li pêşiya berdana girtiyên jin ên ku zêdetirî 32 salan li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ne û got, "Divê Konseyên Girtîgehan dev ji paşxistina cezayan berdin û li şûna wê rihê aştiyê yê vê serdemê hembêz bikin." DÎMEN HEYE