Mîhrîcana Zarokan bi bernameyên cuda didome

  • 21:59 2 Îlon 2026
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - 11’emîn Mîhricana Zarokan a bi diruşma “Zarok bîra siberojê û hunera jiyanê ne” pêk tê bi bernameyên cur bi cur di roja duyemîn de didome.
 
Di roja 2’emîn a 11’emîn Mîhrîcana Zarokan a bi diruşma “Zarok bîra siberojê û hunera jiyanê ne” hunerên cur bi cur ên herêma Cizîrê bi beşdariya zarokên ji tevahî bajar û bajarokên herêmê hatin pêşkêşkirin.
 
Mîhrîcan bi sponsoriya Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan bi hevkariya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê heta 3 rojan dewam dike.
 
Di roja 2’yan de beşdariyeke girse ya şêniyan amade bûn. Di çalakiyan de koma Şehîd Denîz Efrîn a Mûzîkê, koma Şehîd Yekta ya Şano, koma Şehîd Ziyad Heleb a Govendê, koma Şehîd Viyan a Mûzîkê, koma Şehîd  Dilgeş a Mûzîkê, koma Şehîd Erdal a Şano, koma Zeriyên Xweristî ya Govendên Folklorîk hunerên xwe pêşkêş kirin.
 
Çalakî bi govendê bi dawî bûn. Festîval heta sibe dewam dike û bi dawî dibe.