Li Kobanê şîn hate ragihandin

  • 11:12 13 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, ji bo 9 kesên ku ji ber şewata li girtîgehê şehîd bûn 2 rojan şîn hate ragihandin.
 
Sibeha 12'ê Îlonê saet di 02:00 de li girtîgeha Kobanê şewatek rû da û di encamê de 9 kes şehîd bûn.  Îro jî li bajarê Kobanê ji bo wan şehîdan 2 rojan şîn hate ragihandin.
 
Li seranserê bajarê Kobanê bi taybetî li sûka navendî dikan û cihên bazirganiyê weke nîşaneya rêzgirtinê û şîna ji bo giyana şehîdan, hemû hatin girtin.
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku kar li tevahî bajêr hatiye sekinandin û hemû kolanên Kobanê ji ber şînê vala ne.
 
Di heman demê de ku hatibû ragihandin îro merasîma 9 şehîdan e, lê ji ber şînê hat taloqkirin û wê 14'ê Îlonê pêk were.