Li seranserê Rojhilatê Kurdistanê, greva giştî destpê kir
- 11:01 16 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya çaremîn salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî‘, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî destpê kir, giştî bazar û dukan hatin girtin. Li aliyê din rejîma Îranê bi tundkirina pêngavên ewlehiyê û zextên li ser welatiyan, hewl dide nerazîbûnan kontrol bike.
Li ser şehîdbûna Jîna Emînî û destpêkirina şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî‘ re çar sal derbaz dibin. Piştî bangên di rojên borî de, îro li seranserî bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi armanca nîşandana nerazîbûnê û bîranîna şehîdên Şoreşê greva giştî destpê kir. Di çarçoveya grevê de dukan, bazar û cihên giştî hatine girtin.
Di heman demê de, hêzên zordar ên rejîma Îranê û Artêşa Pasdaran pêla bi tundiyê binçavkirin û bi ser de girtina malên welatiyan dane destpêkirin. Li gel vê bi bicihkirina wesayîtên leşkerî û belavkirina hêzên Artêşa Pasdaran, rewşeke tund a ewlehiyê li bajaran ava kirine.
Li Seqizê, deshilatdaran ava bendava “Çirax weys” berdane daku rêya ku diçe Goristana Ayçî (cihê gora Jîna Emînî) qût bikin. Piştî vê yekê jî, destûr nehatiye dayîn ku malbata Jîna Emînî û malbatên qurbaniyên din ên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî‘ ji malên xwe derkevin.
Hêjayî gotinê ye ku zêdebûna pêla girtinê ji aliyê rejîma Îranê ve di demekê de ye ku deshilat bi armanca kontrolkirina civakê û zextê li ser dukandaran bike, hewl dide rê li ber berdewamiya greva giştî û serhildana nû ya nerazîbûnan bigire.







