Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ li 64 girtîgehan belav bû
- 12:53 22 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di demekê de ku li Îranê hejmara darvekirinan gihiştiye herî kêm 448’an û cezayên giran li çalakvan û xwendekaran tên birîn, kampanyaya girtiyan a ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ gihişt hefteya 139’an û li 64 girtîgeham belav bû.
Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ ku ji bo protestokirina cezayên darvekirinê û parastina mafê jiyanê hatibû destpêkirin, di hefteya 139’an de bi beşdariya Girtîgehên Bender Abas û Sowme eh Sara belavî 64 girtîgehên Îranê bû. Ev pêla grevên birçîbûnê di demek ku raporên mafên mirovan zêdebûna cezayên darvekirinê û darvekirinan destnîşan dikin de tên encamdan. Di nav wan de cezayên darvekirinê yên li dijî Mohammadreza Majidi-Asl û Omîd Goodarzvand Chegini (kesên ku di xwepêşandanên Çileya 2026’an de hatine girtin), cezayê darvekirinê yê xwendekarê 19 salî Omîdreza Heidari yê ji Îzehê û darvekirina Rezvan Asgharzadeh li Girtîgeha Dastgerd a Îsfahanê cih digre.
Îsal herî kêm 448 kes hatin darvekirin
Li gorî raporan Elî Zareî di çarçoveya amadekariya darvekirinê sewqî girtîgeha Gazel Hesar hatiye kirin. Li gorî îstatîstîkên mafên mirovan, hejmara darvekirinên di sala 2026’an de hatine tomarkirin gihîştiye herî kêm 448’an. Ev yek bûye sedema bertek û fikarên rêxistinên navneteweyî yên wekî Rêxistina Efûya Navneteweyî û Parlamentoya Ewropayê.
Daxuyaniya hefteya 139’an a kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ wiha ye:
Di siya raporên mafên mirovan ku berdewamiya darvekirin û cezayên darvekirinê yên nemirovane li Îranê nîşan didin de, kampanyaya ‘Sêşema na ji darvkirinê re’ derbasî qonaxek berfirehtir bûye. Hefteya borî cezayê darvekirinê yê Mihemedreza Mecîdî-Asl li Tehranê û Omîd Goudarzvand-Çegînî ku li Girtîgeha Çûbindar a Qezwînê dihatin girtin, hatin erêkirin. Her du kes di xwepêşandanên Çileyê 2026 de hatin girtin û niha bi xetereya darvekirinê re rûbirû ne. Bi heman awayî cezayê darvekirinê da xwendekarê 19 salî Omîdreza Heyderî yê ji bajarê Îzeyê.”
Dayîka 6 zarokan hate darvekirin
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li gorî raporan, Rezvan Asgherzadeh, 45 salî û dayîka şeş zarokane, li Girtîgeha Dastgerd a Îsfahanê bi tohmeta têkiliya bi madeyên hişber re, bi hovane hatiye darvekirin û got: “Darvekirina dayîkekê careke din encamên mirovî û civakî yên cezayê darvekirinê û her wiha dijmanatiya ji jinan a vê rejîma nemirovane derxistiye holê. Di heman demê de, girtiyê cezayê darvekirinê Elî Zareî sewqî hucreya Girtîgeha Qezel Hesar hate kirin û jiyana wê di xetereyeke cidî de ye.”
Tevî hemû zexta berxwedan dewam dike
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tevî van hemû zextan, berxwedan li girtîgehan berdewam dike. Bi beşdariya Girtîgeha Bender Ebas û Girtîgeha Zia-bar li Someh-Sara (Wîlayeta Gîlan), hejmara girtîgehên beşdarî vê kampanyayê bûne gihîştiye 64’an. Ev grevên birçîbûnê û xwepêşandanên girtiyan di qadek ku li gorî daneyên weşandî, hejmara darvekirinên qeydkirî gihîştiye herî kêm 448’an de berdewam dike.”
‘Divê kesên fermana darvekirinê didin bên darizandin’
Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Ev hejmarên bi fikar ji bala çavdêrên navneteweyî veneqetiyane. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, di rapora dawî de li ser tepeserkirina xwepêşandanên 2022’an de, 87 berpirsên Îranî destnîşan kir ku divê ew bên lêpirsînkirin û dibe ku ji ber rola wan di sûcên têkildarî van tepeserkirina de bên darizandin. Di heman demê de, Parlamentoya Ewropayê fikarên xwe li ser rewşa tepeserkirinê ya li Îranê, darvekirina xwepêşanderan, şert û mercên dijwar ên ku girtî tê de têne girtin anî ziman û tekez kir ku pêwîstî bi rêzgirtina mafên bingehîn û mafê jiyanê heye.
Em li dijî polîtîkayên ku helwestek lihevhatî li hember kujerên gelê Îranê digirin, çi sûcdarên edlî bin û çi jî girtiyên siyasî bin. Em daxwaza avakirina mekanîzmayên bibandor dikin da ku binpêkirinên mafên mirovan ên cidî li Îranê bên lêkolînkirin û piştrast bibin ku berpirsiyar dê bên cezakirin. Divê ev kes, ligel sûcdar û girtiyên din û yên ku fermana kuştin û komkujiya xwepêşanderan dane, bên cezakirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kampanya bûye sembola li dijî cezayê darvekirinê û wiha hate gotin: “Di van şert û mercan de, kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ bûye sembola nerazîbûna girtiyan li dijî cezayê darvekirinê. Nerazîbûnek ku di girtîgehan de derketiye holê û ‘mafê jiyanê’ û pêwîstiya darizandinên adil ji raya giştî re bi bîr xistiye.”
64 Girtîgehên ketine greva birçîbûnê wiha ne:
“Girtîgeha Evînê (beşên mêr û jinan), Girtîgeha Qizil-Hesar (yekîneyên 2, 3 û 4), Girtîgeha Navendî ya Kerecê, Girtîgeha Ferdisê, Kerec, Girtîgeha Tehrana Mezin, Girtîgeha Qerçax, Girtîgeha Xorîn Varamîn, Girtîgeha Çobindar, Qezvîn, Girtîgeha Ehar, Girtîgeha Arak, Girtîgeha Langroud, Qum, Girtîgeha Xuremabad, Girtîgeha Borujerd, Girtîgeha Yasuc, Girtîgeha Esedabad, Girtîgeha Îsfehan, Girtîgeha Destgerd, Îsfehan, Girtîgeha Şeyban, Ehwaz, Girtîgeha Sepidar, Ehwaz (beşên mêr û jinan), Girtîgeha Nîzam, Girtîgeha Şîrazê Adelabad, Şîraz (beşên mêr û jinan), Girtîgeha Fîrûzabad, Fars, Girtîgeha Dehdeşt, Girtîgeha Zahedan (beşên mêr û jinan), Girtîgeha Borazcan, Girtîgeha Ramhormoz, Girtîgeha Behbehan, Girtîgeha Bam, Girtîgeha Yezd (qada jin û mêr), Girtîgeha Kehnûcê, Girtîgeha Tebas, Girtîgeha Navendî ya Bîrcendê, Girtîgeha Meşhed,Girtîgeha Gorgan, Girtîgeha Sebzewar, Gonbad-Kavoos, Girtîgeha Qaemşehr, Girtîgeha Reşîd (Reş), Girtîgeha Hawiq Taleş, Girtîgeha Ezberam Lahican,Girtîgeha Dizelabad Kirmaşan, Erdebîl, Girtîgeha Tebrîz, Girtîgeha Urmiyê, Girtîgeha Selmas, Girtîgeha Xoyê, Girtîgeha Neqede, Girtîgeha Miandoab, Girtîgeha Mehabad, Girtîgeha Bûkan, Girtîgeha Seqiz, Girtîgeha Banê, Girtîgeha Merîwanê, Girtîgeha Borujenê, Girtîgeha Neyşabûrê, Girtîgeha Gaçsaranê, Girtîgeha Noor û Girtîgeha Îranşehr, Girtîgeha Bender Ebas, Girtîgeha Sowme eh Sara.”







