Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê
- 14:33 7 Cotmeh 2026
- Rojane
ÎDIR - Hevseroka Giştî ya Partiya DEMê Tulay Hatîmogullari di kongreya partiya xwe ya Îdirê de axivî û got: “Em amade ne, em dixwazin wekî hevserokên DEM Partiyê û endamên MYKê biçin gravê û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin.”
Rêxistina DEM Partiyê ya Îdirê Kongreya xwe ya awarte ya 3'yemîn li eywaneke dawetê ya li navenda bajêr pêk anî. Kongre bi rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Li salonê pankartên “Bi şiyara li ser şopa heqîqetê, hevdîtina li ser sifreya rojê em civaka demokratîk ava dikin” û “Berxwedana Zindanan Rûmet e” û wêneyên mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Di eywana kongreyê de gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” hat berzkirin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, rêxistinên sivîl ên demokratîk ên bajêr û gelek welatî beşdarî kongreyê bûn.
Tulay Hatîmogullari bi bîranîna kesên di pêvajoya Kobanê de hatin kuştin dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Piştgiriya bi gelê ku li Kobanê ew berxwedan nîşan daye re, hevgirtineke demokratîk a li dijî DAIŞ'ê bû. Yên ku bi provakasyonan xwîn xistin nav vê hevgirtinê, piştre doza komployê ya Kobanê, li ser partiya me ya serdema berê HDP'ê da meşandin, lîstikeke mezin lîstin. Li pey vê lîstikê ceza li hevserokên me û endamên me yên MYKê hate birîn. Tevî biryarên DMME'yê, ango tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê got ‘divê serbest werin berdan’ jî, hevalên me, rêhevalên me û girtiyên doza komployê ya Kobanê hîna jî di girtîgehê de ne. Ji vir careke din bi vê boneyê em dibêjin ku bila biryarên DMME'yê pêk bên û Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû endamên me yên MYK'ê demildest bên berdan.”
Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku gel derbarê pêvajoyê de bi fikar e û wiha pê de çû: “Nebêjin pirsên li Îdirê tên pirsîn li ciyekî din nayên pirsîn. Li Stenbolê jî tên pirsîn, li Amedê jî, li Wanê jî tên pirsîn. Ji ber ku civak di nav fikarekê de ye. Wê çi bibe? Çima pêvajo bi pêş ve naçe? Desteya Ewlekariya Neteweyî (MGK) hîna li benda çi ye? Piştrastkirin û tesbît hîna li benda çi ye? Di vê mijarê de gelê me li benda gavavêtineke bilez e. Ji bo serbestberdana hevserokên me yên hêja yên di doza Kobanê de girtî ne, pêdivî bi biryara Desteya Ewlekariya Neteweyî nîne, biryara DMME'yê heye. Ji bo berdana girtiyên Geziyê, Osman Kavala û hevalên wî, pêdivî bi biryara Desteya Ewlekariya Neteweyî nîne. Qeyûm ji bo şaredariyên me hatine tayînkirin. Ji bo paşvekişandina qeyûmên li ser şaredariyan û vegerandina hevşaredaran bo ser peywirên wan, pêdivî bi biryara Desteya Ewlekariya Neteweyî nîne.”
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser Lijneya Bêçekbûn û Stratejiyê ya ku dê di çarçoveya yasaya bingehîn de bê avakirin û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Divê şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan bi lezgînî bên sererastkirin. Komîsyonên sereke yên di çarçoveya yasaya bingehîn de pêk dihatin û bin-komîsyonên girêdayî wan hene. Yek ji van bin-komîsyonan jî Lijneya Bêçekbûn û Stratejiyê ye. Li ser wê yekê ku kordînasyona wê ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve bê kirin lihevkirineke tam çêbibû, lê hîna ev komîsyon nehatiye aktîvkirin û dest bi xebatên xwe nekiriye. Li benda çi ne? Hîna çima ji bilî şandeyê destûr nayê dayîn ku kes bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike? Çima hîna rojnameger nikarin biçin gravê? Wekî şandeya Partiya DEM'ê ango em hevserok û desteya rêveberiyê, tevî ku gelek caran hat axaftin jî hîna em nehatin şandin bo gravê. Em amade ne. Li vir careke din îlan dikim; em wekî hevserokên DEM Partiyê û endamên MYK'ê dixwazin biçin gravê û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin.”
Piştî axaftinan rêveberiya nû ya Rêxistina DEM Partiyê ya Îdirê hat ragihandin. Kenan Kaya û Raşîde Temîz wekî hevserokên nû yên Îdirê hatin hilbijartin.







