PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ye

  • 10:13 8 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona PAJK'ê di salvegera komploya 9’ê Cotmehê de got: “Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ye. Jin bi biryarin ku bi tevlîbûna xweya rêxistinbûyî jiyana demokratîk-komînal biafirînin û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bixînin.”
 
Koordînasyona Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya salvegera 28’an a Komploya Navneteweyî daxuyaniyek da ku 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî Rêber Apo hat kirin.
 
Daxuyanî bi vî rengî ye:
 
“Em komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku di şexsê Rêberê me de li dijî îradeya gelan û jinan weke polîtîkayeke qirkirinê hate meşandin û hemû hêzên komploger ên di nav de cih girtin, bi wesîleya salvegera 28’an careke din bi hêrs û nefret şermezar dikin.
 
Şehîdên meha Cotmehê yên ku bi dirûşma "Hûn nikarin roja me tarî bikin" li dora Rêbertî xelekek ji agir afirandin bi hurmet û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku bi serxistina têkoşînê bersivê bidin bîranîna wan. Şehîdên me ku bi armanca xwe ya jiyana azad di dil û bîra me de cih girtin, afirînerên destketiyên me ne.
 
Bi komploya navneteweyî re hate xwestin ku li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê 3’yemîn were destpêkirin, Gelê Kurd bê qirkirin û fitîla wî şerî bê pêxistin ku gel li ber hev rabin û hev qir bikin. Rêberê me ku planên hêzên navneteweyî dît, ji sala 1999’an û vir ve hewl dide van planan têk bibe. Gelek caran agirbest ragihand, hewl da ku projeya Rojhilata Navîn a alternatîf a xwe dispêre aştiya Tirk-Kurdan bixe meriyetê. Lê belê her carê komplo li ser van hewldanan hate ferzkirin. Lê belê me dîsa jî dest ji stratejiya têkoşîna xwe dispêre aştî û civaka demokratîk berneda. Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê berhemek ji vê ferasetê ye.
 
Têkoşîna gel û tevgera me ku 27 sal in bi rengekî bê eman û bê navber hewl dide vê komployê pûç bike, rewşa têkoşîna şoreşgerî ya sedsala 21’ê diyar kir. Di bingeha êrişên li ser Rêberê me de karê ji bo şikandina koletiya herî kûr û kevn a dewamiya vê sîstemê heye. Projeya azadiya jinê ya Rêber Apo di hedefa komplogeran de ye û hem êrişên fîzîkî ıhem jî polîtîkayên şerê taybet herî zêde li ser vê qadê têne meşandin. Hêzên komploger êrişên li dijî jinan ku veguherîn dînamîka şoreşê, di nava van 27 salan de girantir kirin. Lê belê paradîgmaya Rêbertî û têkoşîna azadiya jinê ya Kurdistanê hîn bêhtir bi pêş ket û li cîhanê belav bû. Tezên azadiyê yên Rêberê me gihîşt asteke gerdûnî.
 
Komplo di heman demê de li dijî cografya Rojhilata Navîn û gelên wê yên qedîm bû. Hate xwestin ku bi polîtîkayên neteweperest û olperestiyê têkiliyên hezaran salî yên navbera gelên herêmê bêne parçekirin û serweriya modernîteya kapîtalîst bê pêkanîn. Fikrên Rêber Apo û tevgera me ya azadiyê weke astengiya li pêşiya talankirina çavkaniyên ser û binê erdê û nirxên çandî yên vê xaka qedîm dîtin. Lewma tevgerên ekolojîk, çandî û azadîparêz divê hîn bi xurtî tevlî têkoşîna li ser bingeha azadiya Rêberê me bibin.
 
Rêber Apo li gel tecrîda mutleq û îzolasyonê jî girava Îmraliyê kir navenda îdeolojiya azadiya gelan. Bi kûrahiya taktîkî, stratejîk, rêxistinî û îdeolojîk felsefeya jiyana azad afirand. Li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê di asta polîtîk, pratîk û fikrî de ji bo jiyaneke bi rûmet a gelan weke ku bi derziyê bîrê bikole, hewl da ku destketiyan biafirîne. Feraseta Rêber Apo ya neteweya demokratîk, çareseriya aştiyane ya demokratîk, nêzîkatiya ekolojîk û projeyên xwe dispêrin azadiya jinê alternatîfa gelan a li dijî şerê cîhanê yê 3’yemîn e.
 
Komploger her tim hewl didin ku bi senaryoyên nû encamê bi dest bixin. Jin û gelên li dora Rêbertî civiyan e, li hemberî vê hewldanê planên li ser Kurdan û tevahiya herêmê pûç dikin. Jin bi dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re di dîroka têkoşîna azadiyê de pêşengî ji berxwedanê re kirin û ji komployê heta niha vê yekê dewam dikin. Jin wê bi rêxistiniya xwe ya li dora felsefeya Rêbertî, bi hebûna xwe ya li dijî komployê têbikoşin û her cûre êrişên li ser Rêbertî beralî bikin.
 
Li herêma me, di demekê de ku komkujî, qirkirina ekolojîk û komkujiya jinan zêde bûye, qirkirineke weke ya Xezeyê li ser gelê me tê ferzkirin, bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo re ku 27’ê Sibata 2025’an de kir, serdemeke nû dest pê kir. Bi înîsiyatîf û gavên têne avêtin re hewl tê dayin ku pêvajoyeke muzakere û têkoşînê bê pêşvebirin.
 
Li gel vê yekê gefa komkujî û şer a li ser gelên me hîn neqediya ye. Tevgera me ji bo pêşveçûna pêvajoyê û pêkhatina aştiya civakî gavên şênber ên pêwîst avêt. Lê belê li aliyê dewletê guherîneke bingehîn a zîhniyet, polîtîka û uslûbê xuya nake. Nêzîkatiyên ku bi demê re dihêle û bersiva pêwîst ji gavên hatiye avêtin re di dema xwe de nayê dayin, li pêşiya pêşveçûna pêvajoyê asteng e. Heta ku di mercên Rêber Apo de guherîn neyê kirin, derfetên karkirinê û ragihandinê yên azad jê re neyên afirandin ku karibe bi rola xwe ya koordînatoriyê ya di pêvajoyê de rabe, nêpaken e ku ev pêvajo bi pêş ve biçe. Dewleta Tirk derfetê aştiyê yê Rêberê me nekarî baş binirxîne, ku ji sala 1993’an û vir ve li gel 27 salên li girava Îmraliyê dixwaze biafirîne. Dewleta Tirk ku firsendên berê ji dest revand, her carê xwe di anva şerê giran û krîzên giran de dît. Gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê zerar ji vê dîtin. Divê dewleta Tirk vê carê vê firsenda ku Rêberê me pêşkêş kiriye ji dest nerevîne. Bi polîtîkayên sivik û rojane, bi polîtîkayên şaş vê erdnîgariyê sed sal winda kir. Eger nayê xwestin ku sed salên din bê windakirin, divê nêzîkatiyeke stratejîk ji vê pêvajoyê re bê nîşandan û ziman û siyaset biguhere.
 
Gelê Kurd, jin û hêzên sosyalîst demokratîk jî divê azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe bibînin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin. Azadiya Rêber Apo temînata aştiya li Rojhilata Navîne.
 
Weke jin em bi biryar in ku hîn bi rêxistinî û xurt tevlî bibin, jiyana demokratîk û komînal biafirînin û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bixînin. Emê vê têkoşînê li ser bingeha paradîgmaya Rêberê xwe bi pêş ve bibin.
 
Di sala 28’an a Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de li ser bingeha stratejiya xwe dispêre siyaseta demokratîk, bi ruhê çalakiyên hûn nikarin roja me tarî bikin em ê tevlî pêvajoyê bibin, têkoşînê bilind bikin. Ev yek wê bibe bersiva me ya herî bi wate ya li dijî komployê.”