Îlham Ehmed şandeya jinan a Bakurê Kurdistanê pêşwazî kir
- 11:17 8 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Îlham Ehmed li bajarê Qamişlo, şandeyeke ji ku ji nûnerên jin ên meclisên rêvberiya xwecihî û şaredariyên li Bakurê Kurdistanê pêk tê, pêşwazî kir. Niha jî her du alî civîneke girtî li pêş dezgehên çapemeniyê li dar dixe.
Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed û Endama Komîteya Têkiliyan a Rojava Roşan Hesen, şandeyeke ku ji nûnerên jin ên meclisên rêveberiya xwecihî û şaredariya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) a ji Bakurê Kurdistanê pêşwazî kir.
Şande ji Heveroka Şaredariya Mezin a Mêrdînê û Hevberdevka Komîteya Dîplomasî ya Rêveberiyên Xwecihî Devrem Demîr, Hevseroka Şaredariya Navçeya Yenî Şehîr a Amedê Sfiya Akadax, Hevseroka Şaredariya Navçeya Farqîn a Amedê Sevîm Bîcîcî, Hevseroka Şaredariya Tetwan Belgîze Bîştaş Îboz Demîr û Endama Komîteya Dîplomasî Rûken Demîr pêk tê.
Îlham Ehmed û Roşan Hesen şande li avahiya Têkiliyên Dîplomasî ya li bajarê Qamişlo pêşwazî kir, piştre her du alî civîneke girtî li pêş çapemaniyê li dar xist.
Li gorî agahiyan wê piştre şande berê xwe bide Gerînendetiya Herêma Qamişloyê û bi Gerînedeya Herêma Qamişloyê Cîhan Hessam re hevdîtinê bike, li wir jî kongreyeke çapemeniyê were lidarxistin.







