Însiyatîfa Nûn: Jin wê ji bo pêkanîna aştiyê pêşengtiyê bikin

  • 12:13 9 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Însiyatîfa Nûn bi boneya 9`ê Cotmehê ragihand ku di vê rojê de wê dengê xwe bilind dikin û got: “Na ji tecrîda siyasî û fikrî re, na ji polîtîka înkar û paşguhkirine re, erê ji azadî, diyalog, çareseriya siyasî û aştiyeke biedalet û daîmî re.”
 
Însiyatîfa Nûn ya ji bo Azadiya Ocalan têkildarî Komploya Navneteweyî ya 9`ê Cotmehê ku di şexsê gelê Kurd de li ser Rêber Abdullah Ocalan hate pêkanîn, daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“9`ê Cotmehê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan tîne bîra me, xwestin gelê Kurd ên ji bo doza Kurdî tê dikoşin, bê deng bikin, fikrê wan qeyd bikin û projeya demokrasî, aştî û azadiyê dorpêç bikin.
 
Hewl dan ku Ocalan dîl bigirin lê wan nikarîbû ku fikrê Rêbertî dîl bigirin, bê deng bikin. Rêbertî xwe gihand hemû gel, jin û ciwanên ku di projeya wî de hêviya azadî, edalet û wekehviyê dîtin.
 
9`ê Cotmehê ne tenê bîranîneke bi êşe ku em bi bîr tînin, di vê rojê de heqîqeta sîstema navneteweyî eşkere bû, ew hîna li gorî berjewendî û peymanan nêzî dozên gelan dibin û mafê insanan û azadiya wan dikin qurbanê hevsengiyên siyasî.
 
Jin wê li beramberî dîrokê bê deng nemînin û qebûl nakin ku hêzên serdest siberoja wê diyar bike, jinan li hemberî şer, zilm û paşguhkirinê li ber xwe dan û dikarin ji bo aştî, azadî û civaka demokratîk pêşengtiyê bikin.
 
Tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan pirsgirêka siyasî çareser nake, girtîgeh jî nikarin rê li ber fikrandinê bigire û tecrîd nikare îradeya gelan ji holê rake. Siberoja bi aram tenê bi rêya diyalog û çareseriya siyasî dikare were avakirin, polîtîka înkar, tecrîd û zilmê aramiyê çênake. Ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bibin û xwîn nerije divê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bidome û gavên cidî werin avêtin, an jî dê şerê mezintir çêbe û gel, jin û bindest dîsa bibin qurbanî.
 
Di vê rojê de em dengê xwe bilind dikin û dibêjin; na ji tecrîda siyasî û fikrî re, na ji polîtîka înkar û paşguhkirine re, ere ji azadî, diyalog, çareseriya siyasî û aştiyeke bi edalet û dayîmî re.
 
Emê ji bo azadiyê têbikoşin, divê hemû jin li hember zilmê û ji bo gihaştina siberojeke birûmet, wekhev û edalet tê bikoşin. Azadî nayê tecrîdkirin, fikir nayê qeydkirin û îradeya gelan têk naçe.”