Di ser qetilkirina Hevrîn Xelef re 7 sal derbas bûn

  • 09:03 11 Cotmeh 2026
  • Portre
Gulîstan Gulmuş
 
RIHA-  Di ser qetilkirina Hevrîn Xelef re ku jiyana xwe da ser azadiya çand, bawerî û gelan,7 sal derbas bûn.
 
Hevrîn Xelef di sala 1984'an de li bajarê Dêrikê di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê. Li bajarekî ku ligel  Kurdan, Suryanî û Ereb lê dijiyan mezin bû. Yên wê nas dikin  wê bi jîrbûna wê vedigotin. Hevrîn Xelef di temenê ciwan de bi siyasetê re eleqeder dibe. Tevi civîn û çalakiyan dibe. Di roportejek xwe de diyar dikir ku tu car ji rêxistinbûnên siyasî dur neketiye.
 
Salên zanîngehê
 
Ji bo zanînghê çû Helebê. Destpêkê dixwest bibe doktor. Lê perwerdeya endezyariyê girt. 5 salan endezyariya înşatê li Helebê xwend û 2009’an de mezun bû. Piştî vê di saziyek dewletê de xebitî.
 
Bi nîqaşan derbas kir
 
Hevrîn Xeleft di salên li Helebê derbas kir de tenê perwerdehiya pîşeyî negirt. Li zanîngehê bi xwendekaran re dihat gel hev û li ser siyaset, civak û jinê nîqaş dimeşnadin.
 
Tevli siyastê bû
 
Li Sûriyeyê piştî şerê di 2011’an de dest pê kir, Hevrîn Xelef ji 2012’an şunde li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di xebatan de cih girt. Di damezrandina Weqfa Zanist û Fikrên Azad de cih girt. Di qadên aborî û enerjiyê de cih girt. Di saziyê de berpirsyarî û hevserokatî kir. Qadên weke ceryan, aborî û rêveberiyên herêmî bû parçeyeke faliyetên siyasî ya Hevrîn Xelef.
 
Di xebatên cuda de cih girt
 
Ji bo Hevrîn Xelef siyaset ne tenê peywira îdarî bû, diyar dikir ku divê rêxistibûneke ku hemû komên gelan li gel hev dijîn bên avakirin. Ligel Kurdan, bi Ereb û Suryaniyan re xebat meşand.
 
Têkoşîna jina azad a Hevrîn Xelef
 
Hevrîn Xelef di mijara ku jin tevli xebatên civakî û siyasî bibe de cihekî girîng girt. Ji bo jin di mekanîzmayên siyasî û îdarî de cih bigirin têkoşîn da.Hevserokatî wek mekanîzmayeke ku jin bibin xwedî gotin, dinirxand. Nêzîkatiya wê ya ji bo azadiya jinê tenê bi rêxistibûna jinê sînor nebû. Ji aboriyê heta rêveberiyê ji saziyên herêmî heta yên siyasî digot bila jin di mekanîzmayan de cih bigire.
 
Bû sekretera giştî a Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê
 
Di 2018’an de  Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ya Reqayê hat avakirin. Partiyê fikra Sûriyeyek demokratîk derdixist pêş. Hevrîn Xelef bû sekretera giştî ya partiyê.  Yek ji armanca din a partiyê ev ku zemîna siyasî di navbera Kurd û Ereban de bê avakirinê. Hevrîn Xelef di van xebatan de cihê xwe girt û girîngî da pêşketina têkiliyên bi civaka Ereb re.
 
Piştî şer di avakirinê de cih girt
 
Hevrîn Xelef di salên ku siyaset dimeşand de şer derket. Piştî bidawîbûna serdestiya DAIŞ’ê ya li herêmê têkoşîna siyasî teşeyeke din girt. Ji nû ve avakirina bajran, jiyana bi hev re a gelan û pêşeroja Sûriyeyê di navenda nîqaşan de cih girt. Hevrîn Xelef jî di nav van nîqaşan de cih girt.
 
Di 12’ê cotmehê de hat qetilirin
 
Di 2019’an de şer gûr bû di 9’ê cotmeha 2019’ande Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyona leşkerî da destpêkirin. Hevrîn Xelef di 12'ê Cotmeha 2019 'an de li ser rêya M4  hate qetilkirin.Wesayîta wê hat sekinandin, îşkence lê hat kirin. Di encama lêkolînên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de hat diyarkirin ku qetilkirina Hevrîn Xelef girêdayê endamên Ahrar el-Şarkiye ye.