Ji MSD'ê têkildarê Hevrîn Xelef daxuyanî

  • 14:22 12 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Sûriyeya Demokratîk daxwaza aşkerakirina qetilkirina Hevrîn Xelef û hesabxwestina ji sûcdaran kir û da zanîn ku pêkanîna edaletê ji bo avakirina dewleteke demokratîk a pirreng bingeh e.
 
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera 7'emîn a qetilkirina sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hevrîn Xelef a sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê û endama Meclisa Serokatiyê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk bi destê çekdarên komên li Sûriyeyê yên girêdayî dewleta Tirk di 12'yê Cotmeha 2019'an de hat qetilkirin. 
 
MSD'ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Hevrîn Xelef girîngiya xebata xwe ya siyasî ya ji bo pêşxistina têkiliyên di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de bawer dikir, di heman demê de wê ji girîngiya beşdariya jinan a di jiyana giştî jî bawer dikir, rêwîtiya wê bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk û pirreng de hat girêdan.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku prensîba girêdayî rêwîtiya Hevrîn Xelef a avakirina dewleteke demokratîk, pirreng û nenavendî, tê de beşdariya siyasî û ya jinan, di vê qonaxê de hîn heye.
 
Di daxuyaniyê de daxwaz hat kirin ku heqîqeta sûcê li dijî Heverîn Xelef pêk hat bê aşkerakirin, sûcdar werin cezakirin, pêkanîna edaletê esasê qanûn û avakirina dewleteke demokratîk û pirreng e û rê jî li ber sûcan digire.