'Divê hemû beşên civakê beşdarî pêvajoyê bibin'

  • 15:25 12 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê li Xozat û Tatosê civînên gel li dar xistin.
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê bi şîara ‘’Em ê soz aşitiyê bi gel re ava dikin’’ li Xozatê civîna gel li dar xistin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civînê de axivî û got ku divê nasname û zimanê Kurdan werin naskirin, pêşiya siyaseta demokratîk were vekirin û girtiyên siyasî werin berdan.
 
Çîgdem Kiliçgun Ûçar bang kir ku divê hemû beşên civakê beşdarî pêvajoyê bibin, bal kişand ser girîngiya avakirina zemîna hiqûqî ya piştî berdana çekan û ev yek anîn ziman: ‘’Ji vê serdemê re dibêjin ku li gel AKP’ê tifaqê dikin û zirarê didin pêvajoyê. Navê tifaqa ku wê were kirin ji bilî tifaqa aşitiyê ne tiştekî din e. Bi israr dixwazin Kurdan bi tenê bihêlin. Em ê sedsala nû bi hev re ava bikin û em ê bi hev re bijîn.’’
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Dersimê Ayten Kordû jî axivî û diyar kir ku pêvajo tê wateya têkoşîna birêxistinkirî ya civakê ya li dijî pirsgirêkên xwe.
 
Hevşaredarê Dersimê Cevdat Konak ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin anî ziman ku divê di sedsala duyemîn a Komarê de Kurd û Elewî bigihîjin mafên xwe yên demokratîk.
 
Li Tatosê jî civîna gel hate lidarxistin.
 
Hevserokê Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir di civînê de axivî û diyar kir ku hatiye fêmkirin pirsgirêka Kurd li gel şerî nayê çareserkirin, da zanîn ku pêvajo bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd gihiştiye vê qonaxê û got: ‘’Ji serdema Şêx Seîd heya roja me ya îroyîn ev zilm nehatiye qebûlkirin, pêvajo heya roja îroyîn hat. Roja îroyîn jî baronên şerî dixwazin pêvajoyê têk bibin. Jiber ku ger aşitî were wê nikaribin mal û milkên xwe zêdetir bikin. Divê gelê Kurd jî li her derê beşdarî pêvajoyê bibe, piştgiriyê bide û destê me xurt bike.’’
 
Welatiyên ku beşdarî civînê bûn jî ji bo aşitiyê banga avêtina pêngavên şênber kirin. Her wiha welatiyan daxwaz kirin ku girtiyên siyasî werin berdan, girtiyên nexweş werin tedawîkirin û desteserkirina şaredariyan bi dawî bibe.