Derbarê giliyê Rabîa Onver de biryara 'Hewce bi dozê nake'

  • 14:05 2 Cotmeh 2026
  • Hiqûq
WAN – Derbarê lêpirsîna ku piştî giliyê rojnameger Rabîa Onver a li dijî cendirme M.D.o. bi îdiaya tacîzê hatibû destpêkirin de, biryara bêyî dozvekirinê girtina dosyayê hat dayîn.
 
Rojnameger Rabîa Önver ku ji bo roja 24'ê Hezîrana 2026'an ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Wanê ve ji bo dayîna îfadeyê hatibû vexwendin, rojek beriya dema diyarkirî têlefonek ji polîsan wergirtibû. Di heman rojê de, cendirme M.D.O. bi îdiaya ku ji Qereqola Cendirmeyan a Gürpınarê telefon dike bi rêya telefona xwe ya taybet gelek caran telefonî Rabîa Onver kir û peyam jê re şandin û bi vî awayî ew tacîz kiribû.
 
Piştî pêvajoya wergirtina îfadeyê, Rabîa Onver li dozgeriyê derbarê M.D.O. de gilî kiribû. Dozgeriyê derbarê sûcê "têkbirina aramî û hizûra kesan" de lêpirsîn da destpêkirin û M.D.O. wekî "gumanbarê nenas" destnîşan kir.
 
Serdozgeriya Komarê ya Yüksekovayê, derbarê lêpirsîna ku piştî giliyê Rabîa Onver hatibû destpêkirin de, biryara ku divê doz neyê vekirin da. Di biryarê de hat diyarkirin ku ji bo ev sûc pêk were, divê "bi mebesta tenê têkbirina aramî û hizûra kesekî, bi awayekî berdewam telefonkirin, çêkirina deng an jî kiryarên din ên neqanûnî" hebin.
 
Herwiha di biryarê de hat destnîşankirin ku "hinek ji peyaman dualî bûn" û "tu delîl nehatin dîtin ku nîşan bidin kesê telefon kiriye, tenê bi mebesta têkbirina aramî û hizûra wê pêwendî pê re danîye." Di encamê de hat gotin ku "ji bilî îdiayên ku tenê wekî îdiayên bêbingeh dimînin tu delîlên berbiçav an têrker nehatin bidestxistin ku pêwîstiya vekirina dozeke giştî derxin holê."