Di sêgoşeya endustriyalîzm, netew-dewlet û sermayeyê de parastina jiyana ekolojîk
- 09:02 10 Nîsan 2026
- Jineolojî
"Di roja îro de krîzên global yên tên jiyîn, encama nakokiyên pêvajoya modernîteya kapîtalîst-siyasî, civakî û ekolojîk û aboriye."
Derya Akyol
Krîza gran ya mirovahî li dijî hilweşîna ekolojîk dijî, ne tenê pisgirêka hawirdoriye, di heman demê de encama karekterên binpêker, dewlet û hiyerarşîk a dîroka şaristaniyê ye. Ev krîz serdestiya kapîtalîst li ser xweza û civakê tê xwendin û li aliyê din jî pergalên ekolojîk bûne alav, jiyan hepsê têkiliyên piyasê hatiye kirin, mirovahî veguheriye bikarhêneriyeke biyanî. Vê mekanîzma du alî tenê hevsengiya ekolojîk xera nekiriye heman demê de hişmendiya kolektîf a civakî parçe kiriye.
Pêvajoya alavkirina xwezayê ya ji aliyê kapîtalîzmê girêdayê hêza newekhev a ku mulkiyeta taybet afirandiye. Di vê pergalê de bikaranîn û kontrola hebûnên xwezayî, ji hewcedariyên civakê wêdetir, li gorî rêgeza maksîmîzyosyona karê teşe dibe û di vir de hevsengiya ekolojîk di plana dawî de dimîne.
Ji bo kokên ontolojîk û epîstemolojîk yên krîza ekolojîk bê fêmkirin, divê diyalektîka xweza- mirov, rejîma tundiya li ser çînan baş bê analîzkirin. Daneyên antropolojîk û arkeolojîk, nîşan dide ku civakên çandiniyê yên bi Şoreşa Neolotîk (Beriya zayînê 10.000) destpêkiriye, li gorî berhema ewil pratîkên veguherina xwezayî ya sîstematîk a ewil pêş xistiye. Vê demê de xweza ji hewcedariyên mirovahî hatiye derxistin, destpêka veguherîna alavê ya kontrola sîstematîk teşkîl dike. Ev têkiliya alavê ya bi xwezayê re hatiye avakirin, bi bilinbûna alavên dewletê re bûye sazî û veguheriye mekanîzmayeke serdestiyê. Ev pêvajo ji Zîguratên Sumer heta latîfundîayên Roma dirêj dibe, berhem tenê bi hiyerarşiyên civakî nemaye heman demê de zemîna xerabûna sîstematîk a hevsengiya ekolojîk û civakî ava kiriye. Bi globalbûna terza hilberîna kapîtalîst de xweza êdî wek depoya çavkaniyê hatiye dîtin.
Krîza ekolojîk, xwe dispêre kokên pêşketina dîroka kapîtalîzmê. Di sedsala 16’an de binpêkirin, talan û bazirganî bilind bûye, xweza wek çavkaniyên nehatine bikaranîn hatiye dîtin û kes û xweza ji bo piayasê hatiye bikaranîn. Şoreşa sanayiyê ev pêvajo lez kir û xweza wek hewcedariya sermayê ferz kir. Mezinbûn û zêdebûna fabrîqeyan, serdestiya maşineyên bi komirê dixebitin û mezinbûna bê kontrol a bajaran, hîmê terîbata ekosîstemê avêt. Pêvajoya hilberîna kapîtalîst ne mirov û keda tenê; av, xweza, ax, hewa bin pê kir.
Di roja îro de krîzên global yên tên jiyîn, encama naqokiyên pêvajoya modernîteya kapîtalîst-siyasî, civakî û ekolojîk û aboriye. Hêzên sermayê di esasa maksîmîsyona karê de têkiliyên hilberînê û îdeolojiya bê sînor a mezinbûnê li ser mirovahiyê meşandiye. Kapîtala fînansî ji aboriya rast qut balonên spekulatîf afirand û wek rîza 2008’an rê li ber têkçûnên sîstematîk vekiriye. Polîtîkayên bankayên merkezê jî enflasyon, krîzên deyn û bêdadiya dahatuyê kûr kiriye. Kapîtalîzmê xweza wek alav dîtiye û nêzîkatiya antroposen, guherîna avhewayê, alavbûna xwezayê bixwe re aniye. Vê jî tehdîdkirina hebûnan bi xwe re aniye. Heman demê de kapîtalîzmê krîz ji xwe re wek derfet dîtiye û pêvajoyên demokratîk jî texrîb kiriye.
Pirsgirêk krîzek sîstemîke. Kapîtalîzmê bi reformên kesk xwe ji nûve hilberand û hilweşîna ekolojiyê girantir kir. kapîtalîzmê hejandina rewabûnê ya ku krîza ekolojîk afirandiye di bin navê xapandina sîstematîk a ‘kesk’ de xwe ji nûve afirand. Borsayên karbon, sertîfkayên xwe pê didomînin û berhemên eko-ambalajkirî, pratîka sermayê ya rewakirina xwezayê ya meşand. Vê hilweşîna ekolojîk veguherî qada karê ya dikare bê bi rêvebirinê. Veguherîna kesk a kapîtalîzmê, vediguhere mekanîzmayên talanê. Projeyên madena komirê xistin bin ‘fêdeya cemawerî’, ji bo razmeniyên ‘enerjiya paqij’ mafê axê ya gelên herêmê hatin rawestandin. Li pişt rûpûşê veguherîna kesk, pergaleke binpêkirinê ya nû ya kapîtalîzmê heye.
Êdî di çapemeniyê de di panoyên kolanan de li metroyan, di pêkanînên çapemeniya civakî de wekê ku ku şîrket dostên xweza, dostên avhewayê ne tên nîşandan. Vê tenê nakên çavên me, heman demê de li şûna poşetên naylon derbasî yên kaxiz bûne, cilan vediguherîn û xwe wek dostên xwezayê nîşan didin. Ev şîrket hilweşîna ekolojîk piştperde dikin û heman şîrket binpêkirina xwezayê didomînin.
* Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Alava serdestiya Trîajîk a Kapîtalîzmê, Diyalektîkfa Netew Dewlet û Kapîtalîzmê’ wê bê weşandin.
* Ev nivîs ji hejmara 35’an a mijara dosya ‘sosyalîzma civaka demokratîk’ a Kovara Jineolojiyê hatiye girtin.







