Di market û maxazeyan de kedxwarî

  • 09:03 9 Hezîran 2026
  • Ked/Aborî
Rojîn Abay
 
STENBOL - Karkerên jin yên di sektora market û mexazeyan de dixebitin, di bin şertên giran de dixebitin û bi pirsgirêkên mobîng û tacîzê re tên rû hev. Nûnerên sendîkayan ji bo çareseriyê banga rêxistinbûn û têkoşînê kirin.
 
Di sektora market û mexazeyan de keda jinê nayê dîtin û di şertên herî giran û bê ewle de dixebitin. Ji Komîsyona Sendîkaya Sosyal-Îş Gulbîn Demîrel Mîmaz û Salîha Bahadirli der barê pirsgirêkên sektorê de axivîn û gotin xebatkarên jin hem ji aliyê karsaz, hem aliyê rêveber û hem jî ji aliyê muşteriyan ve rastî zextan tên.
 
Gulbîn Demîrel Mîmaz ku bi salan di marketan de xebitiye got piştî ji kar hatiye avêtin di sendîkayê de têkoşîna xwe meşandiye û got çareserî rêxistibûn e.  Gulbîn Demîrel Mîmaz da zanîn ku li marketan hejmara karkerên jin zêde ye û wiha domand: “Karsaz bi taybet jinan tercih dikin. Market nêzî malê wan e û dikarin ji malbatan destûr bê giritn. Karsaz jî ji ber vê karkerên jin tercih dikin. Jin jî ji neçarî bi heqdestên kêm û di şertên giran de dixebitin.”
 
Tundiya psîkolojîk vediguhere tundiya fîzîkî
 
Gulbîn Demîrel Mîmaz di berdewamiyê de diyar kir ku li marketan mobîng, tacîz û tundiya psîkolojîj zêde ye û wiha domand: “Di salên dawî de tundiya fîzîkî jî zêde bûye. Xebatkarên jin ji ber tempoya kar pirsgirêkên tenduristiyê dijîn. Her hefte bûyereke tundiyê ya nû tê bihistin. Berpirsên herêmî li hember karkerên jin êrîşa fîzîkî pêk tînin. Muşterî ji ber krîza aborî bertek nîşanê xebatkaran didin. Îro çûyîna A101 an jî yên din ji ber erzaniyê gel tercih dike. Dema erzaniyê li wir nabînin hêrs dibin. Hêrsa xwe nîşanê karkerandidin. Li marketan jin ji kaseyê bigirin heta sewqiyatê diher beşê de kar dikin. Tevî vê keda wan nayê dîtin. Xebatkarên mêr di pozîsyona rêveberiyê de ne. Em tonek zebeş dikşînin lê hîna jî keda me biçûk tê dîtin. Paqijî, xwarin û kase jî berpirsyariya jinan tê dîtin.”
 
Mafê parastina cewherî bikar anîn
 
Gulbîn Demîrel Mîmaz wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêveberên mêr li dijî tacîzan tedbîrê nagirin. Jin li dijî tundî û tacîzê mafê parastina cewherî bikar tînin. Me ji rêveberan re rewş digot. Sûcdar em didîtin. Kesên tacîzkar hîna jî dihat mexazeyê. Piştî demekê me got em ê çareser bikin û me parastina cewherî pêk anî. Patron naguherin, ya girîng divê karker mafên xwe bizanibin. Divê têkoşîna rêxistinkirî hebe.”
 
Jin bi gelek karî re tên rû hev
 
Ji Komîsyona Sendîkaya Sosyal-Îş Salîha Bahadirli jî got pirsgirêkên ku xebatkarên jin di sektora market û mexazeyan de dijîn ji sektorên din cudatir nîne û wiha anî ziman: “Li welat nêzîkatiyeke sîstematîk ya ku jinan ji jiyana kar dûr bixin heye. Jinên karker ên li mexaze û markeran dixebitin bi salan dixebitin û heqdestên xwe jî tam nagirin. Ji ber pênaseya kar tam zelal nîne, kesek hem kasiyerî, hem dempovaniyê hem paqijiye û karêndin dike. Wek her sektorê jin bi rewşên tehdîd û tacîzê re jî tên rûhev. Ji ber vê jî neçarî xwe parastinê tên hiştin.”
 
Salîha Bahadirli wiha dawî lê anî: “Ev sektor tevî ku baskê karê herî berfirehe piranî jinên karker bê rêxistin dixebitin û bi salan sendîka neketin vê qadê. Karkerek her karî dike. Paqijî, kasiyerî û her wekê din. Bi tehdidan re tên rû hev.  Heqdestê xwe nagirin. Heta ev pergal neguhere wê pisgirêk bidome. Jin wek hêza erzan a kar tên dîtin. Di pozîsyonên jêr de tên xebitandin. Di şertên giran de tên mahkumkirin. Guherîn ancax bi rêxistibûnê û mezinkirina têkoşînê pêkane.”