Tulay Hatîmoglullari derbarê geşedanên di rojevê de axivî
- 15:39 13 Cotmeh 2026
- Ramyarî
ENQERE - Hevseroka Giştî ya PDEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku divê Desteya Aştî û Siyasîbûnê ya ku dê di bin kordînasyona Abdullah Ocalan de be, dest bi xebatê bike û got: "Yek ji xebatên herî girîng ên ku dê pêvajoyê pêş ve bibe, avabûna mercên siyasî, huqûqî û teknîkî ye ku Desteya Aştî û Siyasîbûnê tê de bixebite."
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, di Civîna Koma patiya xwe ya heftane ya li Meclisê de derbarê geşedanên rojevê axivî.
Tulay Hatîmogullari ya ku hat hêwana komê ya Meclisê, ji aliyê Dayikên Aştiyê yên ji Mêrsînê hatibûn ve bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” hat pêşwazîkirin. Koma Amed, Koma alîgiran a Barîkat Ankara, hevşaredarên navçeya Bulam a Semsûrê û welatî beşdarî civînê bûn.
Tulay Hatimogullari ku piştî Dayikên Aştiyê dest bi axaftina xwe kir ev tişt got: “Pirsa me ji desthilatdarê ev e; metirsî tên zanîn. Heta ser maseya rêveberiya aboriyê hatiye û di dema xwe de çima di wextê xwe de pêşî lê nehatiye girtin. Kê ji kê re çi got? Kê kîjan agahiyê pêşwext parve kir? Kê qezenc kir kê winda kir? Li Tirkiyeyê hemû welatî li benda bersivên van pirsan in. Binêrin, ciwanên ku dibêjin "Ez perwerdehiya bêpere bi zimanê dayikê dixwazim" û ciwanên ku di 1'ê Gulanê de derketin qad û qadan tên binçavkirin. Tavilê tên girtin, ne wisa ye? Tavilê tê derxistin ku bi kê re li ser telefonê axivîne, tavilê belge tên pêşkêşkirin ji dadger û dozger re.
'Divê li benda civînê nemînin'
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dîsa yek ji rojevên herî girîng û germ ên Tirkiyeyê ye. Em di kîjan qonaxa pêvajoya aştî û civaka demokratîk de ne? Ev yek berdewam dike ku bibe yek ji pirsên ku Tirkiye herî zêde dipirse. Qanûna çerçoveyî derket lê wê kengî bikeve meriyetê, pêvajo wê çawa pêş ve biçe? Ev pirs pirsên bingehîn in ku civak dipirse. Divê em hemû di çarçoveya berpirsiyariyên xwe de bersiva van pirsan bidin. Binêrin, Rêveberiya Tevgerê di 8’ê Îlonê de daxuyand ku li herêmên nava Tirkiyeyê û nêzî sînor ji herêman vekişiyaye. Ev gaveke dîrokî ye û rûpelekî nû ye. Aştî bi cîhanîna berpirsiyariyên ku dikevin ser milê aliyan pêk tê. Duh Cîgirê Serkomar Birêz Cevdet Yilmaz jî daxuyanî da û got: "Ji bo bicihanîna qanûna çerçoveyî ne hewce ye ku mirov li benda civîna asayî ya MGK’ê bisekine." Li gorî me jî divê ji bo van geşedanên ku diqewimin, zemîna gavên dualî bê amadekirin li benda dîroka civîna asayî ya MGK’ê nesekinîn.
Çima gav nayên avêtin?
Binêrin gavek berê me bi koma xwe ya ji Mêrsînê re li komê sohbet kir û tiştê ku her aliyên li Tirkiyeyê, bi taybetî Dayikên Aştiyê gotin, anî ziman. Çima gavên şênber nayên avêtin? Çima qeyûm venekişiyan? Çima biryarên DMME’yê nehatin bicihanîn û çima Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag li derve nînin? Dayik dipirsin çima mafê hêviyê ji bo rêzdar Abdullah Ocalan nayê bicihanîn? Binêrin, ne tenê gelê Kurd, hemû civak êdî dixwaze di vê pêvajoyê de gavên şênber bibîne. Em dizanin ku di karên xêrê de lezkirin pêwîst e.
Divê komîsyon bixebite
Desteya Aştî û Siyasîbûnê ya ku dê rêzdar Ocalan kordînatorê wê be, divê tavilê dest bi xebatên xwe bike. Daxuyaniya rêzdar Bahçeli ya ku gotibû "Kordînatoriya siyasîbûnê mafê kesê li Îmraliyê ye" girîng e. Yek ji xebatên herî girîng ên ku dê pêvajoyê pêş ve bibe, avabûna mercên siyasî, huqûqî û teknîkî ye ku Desteya Aştî û Siyasîbûnê tê de bixebite. Ji ber vê yekê divê mercên ku rêzdar Ocalan tê de azad bijî û azad bixebite tavilê bên pêkanîn.
Aştî bêyî demokrasiyê nabe
Aştî bê demokrasiyê nayê fikirîn. Bi têkoşîneke hevpar a girseyî ku em ê aştî û demokrasiyê ji hev qut nekin bimeşînin, em dikarin bi rastî jî li vê ernigariyê de aştî û demokrasiyê ava bikin. Gotina me ji vir ev e; em ê bi yekbûnê ser bikevin, bi piştevaniyê ser bikevin, em ê bi hev re ser bikevin."







