Daxwaza ji qadan bilind bû: Yekitiya neteweyî
- 09:04 9 Sibat 2026
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
WAN - Ji Platforma Jinan a Kurd Perîhan Yogurtçu diyar kir ku dirûşmeyên ji qadan bilind dibin ne tenê daxwazek hestî ye, daxwazek siyasî ye û got: “Bi yekitiya gelê Kurd re êrîşên li ser Rojava hatin têkbirin. Ji ber vê yekitî girîng e. Yekitî êdî ne tercih e, ferz e.”
HTŞ, DAIŞ û komên girêdayê Tirkiyeyê di 6’ê Çileyê de li dijî Helebê êrîş dan destpêkirin û piştre li hemû Rojava dan destpêkirin. Bi van êrîşan xwestin qirkirina Kurdan pêk bînin û şoreşa jinan ji holê rabikin. Di 30’yê Çileyê de di navbera HSD û HTŞ’ê de entegrasyon û peyman hat îmzekirin. Lê tevî peymanê dorpêça Kobanê didome. Li her çar alî Kurdistan û Ewropayê bi rojane çalakî didomin û ji bo pêkhatina yekitiya neteweya Kurd gel israra xwe danî holê.
Rêberê Gelê Kurd di gelek hevdîtinên pêk anî de li ser hewcedariya yekitiya neteweya Kurd sekinî û gotibû: “Yekitiyeke mayînde ne bi zorê, bi îradeya jiyaneke hevpar û naskirinê, bi wekheviyê pêkan e. Ji ber vê jî ez yekitiyê li gorî karekterên demokratîkbûnê ferz dibînim.”
Ji Platforma Jinan a Kurd Perîhan Yogurtçu, der barê rihê yekitiyê û girîngiya wê de axivî.
‘Êrîşên ji bo bedewbûnê tune bikin pêk tên’
Perîhan Yogurtçu da zanîn ku jiyana hevpar a di 2014’an de li Rojava hatiye avakirin li dijî ferzkirina serdestiya mêr hêviyek afirandiye û wiha got: “Me dît ku Rojava ji hemû cîhanê re bûye model. Yên vê modelê naxwazin jî êrîş dikin. Yanî derdê wan ev modela ku hatiye avakirinê ye. Dixwazin vê bedewbûnê vê yekitiyê xera bikin. Ev rêveberî, rêveberiyeke ku parastina wan ya cewherî heye, hemû cudahî ligel hev dijîne ye. Rêveberiyeke azadiya jinê ye. Ne bi xetên li pêş jinan hatine xêzkirin, bi xetên ku aydê jinan bûye hatiye avakirin. Yanî Rojava ne tenê parçeyeke axê ye. Modelek jiyanê ya mînak tê girtinê ye.”
‘Daxwaza yekitiya gel neyê dîtin wê şaşiya dîrokî pêk bê’
Perîhan Yogurtçu balkişand ser bang û daxwazên ji bo yekitiya neteweyî ya di çalakiyan de û got: “Ev dirûşme ne îfadeyên hestî ne. Ev qêrînek siyasî ye. Kurd dibêjin em bibin yek. Gel êdî yekitiya neteweyî ferz dike. Bê navber bangên ji bo Kongreya Neteweyî derdikevin pêş. Ev gelek girîng e. Daxwaza kongreya neteweyî ji bo stratejiya hevpar, dîplomasî, pirsgirêkên navxweyî gelek girîng e. Divê daxwaza yekitiyê bê dîtin an jî wê şaşiya dîrokî pêk bê.”
‘Yekitî girîng e '
Perîhan Yogurtçu got Kurd li qadan daxwazên xwe tînin ziman û divê siyaset vê wek rojeva esas binirxîne û wiha dawî lê anî: “Ger serhildana gel çênebûna, daxwaz jiholêrakirina Rojava bû. Lê yekitiya gel destûr neda vê. Birêz Ocalan her tim li ser yekitia neteweya Kurd disekine. Ji bo yekitiya neteweyî gelo çima hîna li hev nehatiye civîn.”







