HRANA: Li Îranê 212 zarok hatin kuştin

  • 12:34 10 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor amarên Rêxistina Mafên Mirov a HRANA’yê, heta niha di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de nêzî 52 hezar xwepêşander hatine binçavkirin.
 
Rêxistina HRANA’yê amarên nû li ser girtin, kuştin û birîndarkirina xwepêşanderên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav kir.
 
Li gor amaran, ji dema despêkirina xwepêşandanan ve (28’ê Kanûn 2025) 6 hezar 964 kes hatine kuştin, 51 hezar 790 xwepêşander hatine binçavkirin. Her wiha 11 hezar û 22 xwepêşander jî birîndar bûne.
 
Hatiye diyarkirin ku di nava kesên hatine kuştin de 212 zarokên temenê wan di jêr 18 saliyê de hene.
 
Her wiha hatiye gotin ku bang li 11 hezar û 51 kesan hatiye kirin daku li saziyên ewlehiyê îfadeyên wan wergirin. Ji bilî wê jî 331 îfadeyên bi darê zorê yên xwepêşanderan hatine girtin û belavkirin.